Encama Komxebata Sînemaya Kurdî hat aşkerekirin
Komxebata Sînemaya Kurdî di encamnameya ku parve kir de got dê bîra kolektîf a sînemaya kurdî bi van xalan pêş bixin: “Piştgirîkirina pêvajoyên hilberînê; pêşxistina hevkariyên neteweyî û navneteweyî; bi rêxistina karên perwedehiyê; pêşxistina projeyan; di hilberînê bi cîhkirina hişmendiya wekheviya zayendî, xwezaparêz û bi hev re avakirina pêşeroja sazûmanî ya sînemaya kurdî.”

Di 4 û 5 tîrmehê de sînemagerên kurd li Amedê komxebateke pêk anîn û di encama vê komxebatê de Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd hat damezrandin. Biryarên ku piştî nîqaşan hatin girtin jî wek encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hatin aşkerakirin
Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî ya ku hat aşkerekirin wiha ye: “Komxebata Sînemaya Kurdî bi mebesta dahûrîna rewşa sînemaya kurdî di 4 û 5ê tirmeha 2026an de hat lidarxistin. Şert û mercên sînemaya kurdî ji gelek aliyan ve hat nirxandin. Pirsgrêkên heyî bi berfirehî hatin niqaşkirin. Komxebat du rojan, bi niqaşên pirsgrêkên hevpar û bi pêşniyarên çareseriya pirsgrêkan berdewam kir.
Bi rêya nîqaşên ku di komxebatê de hatin kirin, hat destnîşankirin ku sînemaya kurdî bi tenê wek bi çêkirina filman sinordar nîn e. Sînemaya kurdî, qadeka pir alî ye ku divê li gel ziman, bîr, estetîk, sazîbûn, perwerdehî, piştgirî dîtin, hilberîn, belavkarî, wekheviya zayenda civakî û rêgezên etîk bê nirxandin.
Bi niqaşên beşdaran derket holê ku sînemaya kurd xwedî potansiyeleke xurt a afirîneriyê ye. Lêbelê, nebûna rêxistina hevpar, qûtbûna têkiliya nav sînemageran, têrnebûna mekanîzmayên hilberîna domdar, derfetên perwerdehiyê yên sînordar, pirsgirêkên fînansmanê, torên belavkirinê yên lawaz û nebûna arşîveke hevpar û binesaziya ragihandinê wekî sedemên sereke yên ku pêşketina vê potansiyelê asteng dikin hatin destnîşankirin. Xebatên pir girîng ên wek çêkirina fîlman, festîval, akademî, hilberînên kolektîf û takekesî pêk hatine. Lê tu carî bi awayekî domdar, mekanîzmayên bi rêk û pêk ên hilberînê, piştevaniyê bi pêş neketîne. Ji ber vê yekê, niqaşên komxebatê wek pirsgrêka sereke nebûna hevgirtin û sazîbûnê hat diyar kirin û wek pêdiviya herî lezgîn bi hev girtin, xwe bi rêxistinakirina sînemagerên kurd hat destnîşankirin. Bi şêweyeka kolektîf, demokratîk xwe bi rêxistinkirin wek xaleka sereke ya komxebatê hat diyarkirin.
Mijarên sereke yên ku di komxebatê de hatin destnîşankirin ev in:
• Pênase, ziman, çarçove û rewşa estetîk a sînemaya kurdî
• Pêdiviya bi sazîbûn û pêkhateya kolektîf
• Pêvajoyên hilberîn, fînansekirin û fîlmçêkirinê
• Derfetên perwerdehî û pêşketina pîşeyî
• Belavkirin, nîşandan û tevlibûna temaşevanan
• Komîsyonên arşîvkirin û avakirina bîra sînemaya kurdî
• Teknolojiyên dîjîtal û amûrên nû yên hilberînê
• Wekheviya zayendî û rêgezên etîkî
Piştî nîqaşan, lihevkirinek çêbû ku pêşeroja sînemaya kurdî bi hewldanên takekesî heta derekê diçe, lê ji bo domdarî û xurtkirina kar û xebatên sînemayê rêxistineka xurt a ku wekheviya zayendî, ji hêla bi rêvebirin û biryardayinê demokratîkbûnê diparêze pêwîst e. Li gorî vê yekê, biryara ku komîsyonên ji bo bi rêvebirina karên wek perwerdehî, dîtina fonan, belavkirin, arşîvkirin, mafê telîfê, polîtîkayên etîkî û teknolojiyên nû de werin avakirin hat dayîn.
Wekî encama herî girîng a komxebatê, Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd hat damezrandin da ku li vê qadê koordînasyonê saz bike, xebatên xwe bi rêxistina komîsyonan bimeşîne.
Lijneya bi rêvebirina Înîsiyatîfê bi dengdana hevpar a beşdaran hat diyarkirin. Ev lijneya hat diyarkirin wê dest bi xebatên şêweya sazûmaniya sînemaya kurdî bike.
Armancên sereke yên Înîsiyatîfa Sînemaya Kurd ev in: Xurtkirina bîra kolektîf a sînemaya kurdî; piştgirîkirina pêvajoyên hilberînê; pêşxistina hevkariyên neteweyî û navneteweyî; bi rêxistina karên perwedehiyê; pêşxistina projeyan; di hilberînê bi cîhkirina hişmendiya wekheviya zayendî, xwezaparêz û bi hev re avakirina pêşeroja sazûmanî ya sînemaya kurdî.
Ev encamname, bi nirxandin û biryardayîna hevpar a beşdarên komxebatê derketiye holê û bi raya giştî re tê parvekirin.”


