‘Em vê zilmê ji bîr nakin’

Fehîme Zeylan a ku 20 sal piştî komkujiyê ji dayik bûye, behsa êşa çîrokên windayiyên malbata xwe û ya hestiyên ku di zarokatiya xwe de berhev kiriye kir û got: "Em ê çawa vê zilmê ji bîr bikin?"

•
1 deqe xwendin
‘Em vê zilmê ji bîr nakin’

Geliyê Zîlan ku li navçeya Erdîş a Wanê ye, di Tîrmeha 1930an de şahidî ji yek ji rûpelên herî bi êş ên dîrokê re kir. Li herêmê 44 gund hatin şewitandin û piştre bi hezaran mirov bi rengekî komî hatin qetilkirin. Her çendî di çendîn çavkaniyan de hejmara kesên di Komkujiya Zîlanê de jiyana xwe ji dest dane wek 15 hezar bê diyarkirin jî, şahidên wê demê û lêkolînên cihêreng tînin ziman ku hejmara kesên hatine qetilkirin ji 40 hezaran zêdetir e. Kesên ku ji komkujiyê filitîn jî ne tenê xwe rizgar kirin, piraniya wan neçar man ku bi salan wekî qaçax bijîn. Hinek ji wan hatin girtin, hinek jî ji axa ku lê ji dayik bûne û mezin bûne hatin qutkirin û ber bi sirgûnê ve hatin şandin. Wirankariya li Zîlanê qewimî, li dû xwe ne tenê winda, di heman demê de êş û bîreke kûr a ku ji nifş heta nifş tê veguhestin jî hişt.

Fehîme Zeylan (76) a ku di komkujiyê de 17 kes ji xizmên xwe winda kiriye, nêzî 20 sal piştî van bûyeran ji dayik bû. Lêbelê, ew ji zarokatiya xwe ve bi çîrokên vê trajediya mezin a malbata xwe û gelê herêmê mezin bû. Îro jî ew li ser wê axa ku xizm û malbata wê lê hatine qetilkirin, jiyana xwe didomîne. Fehîme Zeylan dema hîn 10 salî bû, tevî hevalên xwe ji bo berhevkirina giyayan çû Zozana Odaxeybê û li wir rastî hestiyên xizmên xwe yên ku beriya wê ji dayik bibe hatibûn qetilkirin hat û ew berhev kir. Her çend di wî temenî de giraniya wê kêliyê bi tevahî fêm nekiribe jî, piştî wê rojê rastiyên ku rû bi rû maye û tiştên hatine serê wan tu carî ji bîr nekirin.

Fehîme Zeylan a ku îro 76 salî ye, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got: "Ji malbata min 17 kes di komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin. Xezûrê min  yek ji şahidên wî komkujiyê bû. Bi salan qaçax ma. Zextên dewletê pir dît. Li ber çavên wî dê û birayên wî qetil kirin. Ev tişt beriya em ji dayik bibin qewimîn û em bi guhdarkirina van çîrokan mezin bûn."

 Fehîme Zeylan diyar kir ku bi vê komkujiyê re hatiye xwestin ku hebûna Kurdan li herêmê bê tunekirin û destnîşan kir ku tiştên hatine kirin sed sal jî derbas bibin nayên ji bîr kirin û wiha pê de çû: "Mirov mirîşkeke wî jî bimire dilê wî dişewite. Lê li vir bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Ji malbata min 17 kes hatin qetilkirin, ez ê çawa vê êşî ji bîr bikim? Li vê herêmê ne mirov hiştin, ne sewal hiştin, ne jî xanî hiştin. Her tişt talan kirin. Lê em vegeriyan û em li vir in, em li vir dijîn. Em tiştên ku li me hatine kirin ji bîr nakin. Em ê çawa vê zilma ku li ser vê axê hatiye kirin ji bîr bikin?"

Fehîme Zeylan anî ziman ku dema hîn 10 salî bû tevî hevalên xwe ji bo giya berhev bikin çûne cihê komkujiyê û wiha got: "Ez hîn piçûk bûm. Rojekê tevî hevalên xwe ji bo berhevkirina giyayan em çûn cihê ku komkujî lê hatibû kirin. Dema min giya berhev dikir, min li wir hestiyên mirovan ên ku li derve mabûn dîtin. Ev hestî, hestiyên mirovên ku di komkujiya Zîlanê de hatibûn qetilkirin bûn. Min ew hestî berhev kirin. Yek ji wan hestiyên ku min berhev kirin jî kiloxê serê tiyê min Halîl bû. Porê wî hîn mîna roja yekem kurîşk mabû û îskeletê wî xera nebibû. Min hemû ew parçe bi destên xwe berhev kirin û veşartin. Ez zarok bûm lê min di wê kêliyê de fêm kir ka çi hatiye kirin. Ez netirsiyam, ji ber ku tiştên ji me re dihatin gotin ji vê bêtir tirsnak bûn."

Fehîme Zeylan anî ziman ku wan komkujiya hatî kirin tu carî ji bîr nekiriye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev komkujî nayê ji bîr kirin. Kesên ku ev kirin û berpirsên komkujiyê nehatin cezakirin. Lê divê ev komkujî neyê ji bîr kirin. Ez 76 salî me min ji bîr nekir û em ê tu carî nedin ji bîr kirin. Hemû jiyana me bi êş û zextan derbas bû, em nikarin van ji bîr bikin."