Em rûpela aştî û avakirina welatê nû vedikin

Mazlum Ebdî piştî li gel heyeta Rêveberiya Xweser li Şamê bi Serokkomarê hikûmeta demkî Ahmet Şera re hevdîtin kir, destnîşan kir ku ew derbasî rûpeleke nû ya dîrokê dibin û wan di vê hevdîtinê de ji bo siberoja gelên Sûriyeyê xalên girîng îmze kirine.

•
1 deqe xwendin
Em rûpela aştî û avakirina welatê nû vedikin

Koma HTŞê di 28ê mijdarê de ji Idbilê derket û di 8ê kanûna 2024an de ket Şamê û hikûmeta Esad hilweşand. HTŞê di pêşengiya Ehmed Şera (Colanî) de di 10ê kanûnê de Hikûmeta Veguhêz a Şamê ava kir. 

Piştî hikûmeta HTŞê di 10ê nîsana 2025an de Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera li Şamê peymana ku ji 8 xalan pê dihat îmze kir. Lê HTŞê peyman nexist meriyetê. Di 5ê çileyê de Fransa, Îngilîstan li Parîsê peymana li dijî 10ê nîsanê îmze kirin û fermana êrişa li dijî Rojava dan. Di 6ê çileyê de HTŞê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê li dijî kurdan şer îlan kir. HSDê ji bo rê li pêş şer bigire hêza xwe bi paş ve kişand. Rêveberiya Xweser di 18ê çileyê de seferberî îlan kir. Piştî seferberiyê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê derketin qadan û bertekên tund nîşanî êrişên HTŞê dan. Piştî bertekên gel û midaxaleya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de di 29ê çileyê de peymana Entegrasyona Demokratîk hat îmzekirin. Bi peymana 29ê çileyê de dîl hatin teqaskirin. Bi dehhezaran koçberên Efrînê vegeriyan warên xwe û di aliyê rêveberiya îdarî de hin guhertin hatin kirin. Dîsa di aliyê parastinê de di navbera HSDê û artêşa Sûriyeyê de entegrasyon bi pêş ket. Herî dawî Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Têkiliyên Derve Îlham Ehmed jî di nav de şandeya Rêveberiya Xweser li Şamê di 25ê tebaxê de bi hikûmeta demkî re rûniştin û peyman îmze kirin. Mezlûm Ebdî ragihand ku HSDê rola xwe temam kir û ew derbasî rûpeleke nû ya dîrokê dibin. 

Rûpelek nû vedibe 

Têkildarî geşedanên ku li Sûriyeyê bi pêş dikevin çalakvana siyasî ya rojavayê Kurdistanê Dilvîn Ehmed ewil Şehîdên Azadiyê yên Bakurê Kurdistanê bi bîr anîn û soza li hemberî wan nû kir û got: “Hevdîtina ku di navbera Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Rêveberiya Sûriyeyê de pêk hat, nîşan dide ku li Sûriyeyê kêliyên dîrokî tên jiyîn. Bi salan e li rojavayê Kurdistanê şoreşek li dar e. Berdêlên giran hatin dayîn. Bi hezaran şehîd û birîndar hene. Di van salên şoreşê de gelek hewl hatin dayîn ku bi rêbaza diyalog û muzakereyan bi hikûmeta Şamê re pirsgirêkê çareser bike. Lê mixabin rejîma hilweşiyayî hilweşîna xwe da ber çavan, lê bi gelê xwe re diyalogê bi pêş nexist.” 

Çalakvana siyasî Dilvîn Ehmed anî ziman ku HTŞ li Idlibê ji aliyê hêzên Navdewletî ve hat avakirin. HTŞ şandin Şamê û di 8ê kanûna 2024an de dest danî ser rejîma Sûriyeyê. Mezlûm Ebdî li koşka Şamê piştî hevdîtina 2 rojan got ‘Em kêliyên dîrokî dijîn. Em ji rûpeleke dîrokî digirin û em rûleke nû ya dîrokê vedikin. Em rûpela aştî, aramî û avakirina welat vedikin’. Ev rûpela hat vekirin ji bo siberojê gelek girîng û bi wate ye.” 

Dilvîn Ehmed da zanîn ku piştî hikûmeta demkî ya HTŞê Rêveberiya Xweser û HSDê hevdîtin kirin. Yek ji van hevdîtinan, hevdîtina 10ê adara 2025an bû. Di vê hevdîtinê de lihevkirinek hat îmzekirin. Dikaribû li gorî hevdîtina 10ê adarê gav hatibûna avêtin. Lê hin nêzîkatiyan û hin şert û mercan nehişt ku ew xalên peymanê pêk bên. Rayedaran jî rexnedayîna xwe dan. Lê piştî vê yekê li Parîsê di 5ê çileyê de hêzên navdewletî (Îngilistan, Amerîka, Fransa) û hêzên herêmî (Tirkiye Qeter û Siûdî) peymanek îmze kirin û vê encameke xerab derxist holê. Beriya wê piştî adara 2025an li dijî gelê Sûriyeyê êrişên qirkirinê hatibû destpêkirin. Piştî peymana 5ê çileya 2026an jî li dijî kurdan fermana qirkirinê hat dayîn. Pêla vê qirkirinê jî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê di 6ê çileyê de dest pê kir. Ev pêla qirkirinê heta Hesekê belav bû. Lê bi hewldana Rêber Ocalan rê li pêşiya vê qirkirinê hate girtin. Piştî hewldana Rêber Abdullah Ocalan di 29ê çileyê de peyman hat îmzekirin. Ji wê demê heta niha gelek hevdîtin hatin kirin. Hin caran berdewam kir û hin caran sekinîn.” 

Dilvîn Ehmed têkildarî hevdîtina dawî ku Mezlûm Ebdî li Şamê kir jî wiha got: “Mirov dikare vê hevdîtinê wekî bi encamkirina pratîka peymana 29ê çileyê bigire dest. Hevdîtina 2 rojan a li Şamê û nirxandina Mezlûm Ebdî ya li koşka Şamê bicihkirina peymana 29ê çileyê pênase bike.” 

Peyman ji bo hemû gelê Sûriyeyê ye 

Dilvîn Ehmed destnîşan kir ku pratîkkirina vê peymanê û hevdîtina dawî ji bo berjewendiyên hemû aliyan e. Ev hevdîtin di berjewendiyên gelê kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê de ye. Eger ev peymana 29ê çileyê nekeve meriyetê, hêzên rantxwir ên şer dê her tim di nav liv û tevgerê de bin. Dê her tim hewl bidin peymanê pûç bikin. Ev peyman ji bo hemû gelê Sûriyeyê û hikûmetê xwedî sûd e. Bê qeza û bela têkeve meriyetê ji bo siberoja Sûriyeyê gelek girîng e. Gelek aliyên peymanê yên kêm hene. Lê pratîkkirina wê ji bo gelan û hikûmetê gelek girîng e. Gelê Sûriyeyê berdêlên gelek giran dan. Gelê Sûriyeyê divê êdî bi xwe çarenûsa xwe binivîse û saz bike. Divê dîsa li şer û kuştinê venegere û bi hev re welatê xwe ava bike. Em vê peymanê wekî destpêkê dibînin.”  

Dilvîn Ehmed da zanîn ku peymana 29ê çileyê peymana rawestandina qirkirinê bû û wiha berdewam kir: “Lê ji bo ev peyman têkeve meriyetê hîn astengî li pêş wê hene. Divê ev astengî bên dîtin. Gelek xalên wê ketin meriyetê. Lê gelek xalên wê yên têkevin meriyetê jî hene. Yek ji xala herî girîng a vê peymanê vegera hemû koçeran a ser cih û warê xwe ye. Li Efrînê hejmareke mezin vegeriya. Lê hîn hejmareke zêde jî venegeriyaye. Ji ber ku hîn mal, milk û xaniyên efrîniyan di destê komên girêdayî Şamê de ne. Dîsa hîn koçberên herêma Şehbayê li benda vegerê ne. Dîsa hîn welatiyên Girê Spî û Serêkaniyê li benda vegerê ne. Komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li vê axê hatine bicihkirin, hîn cih û warên kurdan û pêkhateyên din vala nekirine. Di pêvajoya şer de tenê kurd ji cih û warên xwe koç nekirin. Welatiyên ereb jî koçber bûn. Mijara vegera koçberan mijareke sereke ku divê bi temamî têkeve pratîkê. Komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li van cihan hatine bicihkirin, gelê ku koçber nebûye li hemberî koçberan sor kirine. Hat ragihandin ku peymana entegrasyona 29ê çileyê temam dibe. Lê hîn gelek aliyê wê yên bên temamkirin hene. Her kes bû şahid ku dema beşek welatiyên Serêkaniyê vegeriyan axa xwe çawa rastî êrişan hatin.” 

Dilvîn Ehmed, anî ziman ku hewldanên Rêveberiya Xweser a ku ji bo peyman bi temamî têkeve meriyetê berdewam dike û got: “Lê hîn serweriya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li ser tevahiya axa Sûriyeyê tune ye. Serweriya hikûmetê li ser Girê Spî, Bab, Cerablûs û gelek herêmên din tune ye. Eger hikûmet li ser tevahiya welêt serwer be, dê bihêle ku gelê Serêkaniyê, Girê Sipî û cihên din vegerin ser axa xwe û ewlehiya wan biparêze. Lê ev ne wisa ye.” 

Dilvîn Ehmed, bi lêv kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê heta niha xwe bi gelê kurd û gelên din nedaye bawerkirin û wiha zêde kir: “Ji kanûna 2024an heta niha nêzî salek û 9 meh in hikûmeta veguhêz bûye desthilat. Lê hem di aliyê xizmetê de, hem di aliyê ewlehiyê de kiryarên ku gel jê bawer bike nekiriye. Li Şamê gelek liv û tevgrên xeternak bi pêş dikevin. Lê heta niha rê li pêş van tevgeran negirtiye. Kiryarên ku baweriyê bide gelê kurd nekirine. Dibe ku ewil dixwazin şûna cihê piyê xwe çêbikin û piştre dîsa feraseta xwe ya berê berdewam bikin. Hêza ku hikûmetê têxe nav guhertin û veguhertinê têkoşîn û rêxistinbûna gelan e. Divê gel bêhtir xwe bi rêxistin bike û têkoşîna xwe xurt bike ku hikûmet neçar bimîne xwe biguherîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di aliyê rêxistinbûna civakê de hin lawazî hene.” 

Hişmendiya Şamê rê nade hebûna jinê

Dilvîn Ehmed bal kişand ser rista têkoşîna YPJê û wiha pêde çû: “Hemû alem dizane ku şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan û YPJê pêk hat. YPJê wekî tevgereke leşkerî ya jinê pêşengî ji vê şoreşê re kir. Lê mixabin, hişmendiya hikûmeta veguhêz a Şamê rê nade hebûna jinê. Wekî vîna avakirina civaka demokratîk û mirovahiyê nabîne. Nêzîkatiya selefî jinê wekî amûr dibîne. Wekî milkê zilam dibîne û dixwaze di xizmeta zilam de be. Berjewendiyên gel zêde de di xema hêzên navdewletî de ne. Armanca wan ew e ku rêveberiyeke bê vîn e. Ji ber vê yekê divê di serî de jin û hemû hêzên jinan ên birêxistin bêhtir têbikoşin. Dan û standin ji bo YPJ di nav hêzên karên hundirîn de wekî hêz bê qebûlkirin didome. Hevdîtina YPJê bi wezaretê re didome.” 

Herî dawî Dilvîn Ehmed bi lêv kir ku hêzên navdewletî zêde midaxaleyî Sûriyeyê dikin û got: “Ji ber çavkaniyên dewlemendiya yên sererd û binerdê hêzên navdewletî naxwazin ku hikûmet û gelê Sûriyeyê serbixwe xwe bi rê ve bibe. Destûr nadin ku Sûriye ji sûriyeyiyan re bê hiştin. Eger Sûriye xwe bi xwe bi rê ve bibe dê guhertinên dîrokî bi pêş bixe.”