‘Em ê kuştina jinan ronî bikin’

Komîsyonên Edaletê ya Rojîn Kabaîş û Gulistan Dokû derbarê dosyaya Gulistan Dokû de daxuyanî da û diyar kirin ku dê destûr nedin kuştina jinan di tariyê de bimîne û dê tariyê ronî bikin.

•
1 deqe xwendin
‘Em ê kuştina jinan ronî bikin’

Komîsyonên Edaletê ya Rojîn Kabaîş û Gulîstan Dokû bi dirûşmeya “Edî bes e em Gulistan Dokû dixwazin” li pêşiya Opereya Sureyya ya navçeya Kadikoyê ya Stenbolê daxuyanî da. Endam û rêveberên sazî û rêxistinên jinan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Çalakgeran di daxuyaniyê de wêneyên Gulistan Dokû û Rojîn Kabaîş vekirin û dirûşmeyên “Ev ne xwekuştin e cînayet e”, “Bêje bêje Gulistan li ku ye bêje” û “Jin dê hesap ji kujeran bipirsin” berzkirin.

‘Hêza dewletê ji bo xwe kirin mertal’ 

Endama Komîsyonên Edaletê ya Rojîn Kabaîş Şeymanûr Çoban ve hate xwendin. Şeymanûr Çoban diyar kir ku ev 6 sal e Gulistan Dokû hatiye windakirin û wiha axivî: “Ji bo bala raya giştî bikişînin xwekuştinê derew hatin gotin. Lê bi têkoşîna me derket holê ku Gulistan xwe nekuştiye. Lê ji bo dosyayê bigirin tu gav nehat avêtin. Em dizanin ku tu jin xwe nakujin, ji aliyê mêran ve tên kuştin. Îro di dosyaya Gulistan Dokû de girtin pêk tên. Gelek rayêdarên dewletê hatin girtin, bi hêza dewletê hate xwestin ku kuştina Gulistan bê veşartin. Em dizanin ku edalet bi derxistina rastiyê dê derkeve holê. Em ê nehêlin ku kuştina jinan di tariyê de bimîne.”

Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.