‘Em bi hevre rabin’

Platforma Şiyar Be rêzeçalakiya RABIN li taxa Yenîkoyê ya Amedê berdewam kir. Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata anî ziman ku ew bi hevre ranebin dê têkoşîn zahmet bibe û xwes bi hevre rabin û bi hevre têbikoşin.

•
1 deqe xwendin
‘Em bi hevre rabin’

Platforma Şiyar Be ku li dijî tiryak û hişbirê têdikoşe, li ber avahiya Pirtukxaneya Erebê Şemo ya li taxa Yenikoyê ya Rezanê ya Amedê civîna gel pêk anî. Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata, Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk, Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Murat Kan, Parlamentera Amedê Ceylan Akça Cupolo, nûnerê saziyên sivîl û nişteciyên taxê beşdar bûn. 

Hevşaredarê Rezan Sîraç Çelîk xwest rayedarên dewletê jî bên gel wan û li dijî tiryakê bi hevre têbikoşin. Berdevkê Platformê Murat Kan jî qala pêywira gel kir û xwest gel bi berpirsiyarî nêzîkî vê xebatê bibe. Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo jî qala hevdîtina bi walî û midûrê polisan re kir. 

‘Divê em bi hevre rabin’ 

Ayla Akat Ata jî ji bo çaresekirina pirsgêrêka madeyên hişbirê pêşniyar ji gel xwest û got: “Heger em bi hev re nebêjin Rabin, heger em bi hev re kar nekin em nikarin bi ser bikevin. Divê en bi hev re taxan, kolanan û parkan biparêzin. Me ji walî û midûrê enmiyetê re got divê ew jî alîkariya me bikin. Lê hevalên me yên li hemberî tiryakê têdikoşin girtin. Niha nava kesên ji ber firotina madeyên tiryakên hatine girtin de dimînin û ewlehiya wan tuneye.”