Elî Zeydî û Ehmed Şere li New Yorkê hatin cem hev

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şere li New Yorkê hatim cem hev.

•
1 deqe xwendin
Elî Zeydî û Ehmed Şere li New Yorkê hatin cem hev

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê, derbarê naveroka civîna Serokwezîrê Iraqê Elî Felih Zeydî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şere de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de diyarkirin ku derengiya şeva borî Serokwezîr Elî Zeydî di civînên Xula 81’emîn a Civata Gştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), bi Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şere re civiyaye.

Hate destnîşankirin ku di civînê de rewşa giştî ya herêmî û navneteweyî hatiye nirxandin, li ser têkiliyên dualî û hewldanên pêşxistina wan hatiye rawestan. Di heman demê de hewldanên ji bo aramkirin û kêmkirina rageşiya li herêmê hatine gotûbêjkirin.