Elî Heme Salih: Sedema qirizê PDK û YNK ye

Biryarderê Tevgera Helwest Elî Heme Salih destnîşan kir ku sedema qeyrana ku li Silêmaniyê peyda bûye nêzîkatiya PDK û YNKê ye.

•
1 deqe xwendin
Elî Heme Salih: Sedema qirizê PDK û YNK ye

Biryardarê Tevgera Helwest Elî Heme Salih li navenda xe daxuyaniyî da û hinek agahî li ser derman û sutemeniyê da. Elî Heme Salih rexne li PDKê û YNKê girt û diyar kir ku ji ber herdu partiyan herêma Kurdistanê bûye duparçe û got: “Derman ne tenê ya hikûmetê ye, belkû ya bazirganiyê ye jî. Ji ber wê yekê YNK rê nade ku derman bikeve herêmên jêr kontrola wê. Ji ber ku daxwaz dike ku ji gumrikê kargehê bê û gumrik jî hemû ji bo PDKê diçe. Ji sedî 90ê derman ji sînorên PDKê tê.”

Têkildarî dosyaya sutemeniyê jî Elî Heme Salih ev agahî da: “Bexda daxwaza 50 hezar varêl petrol dike. Ew jî wê ji wê pêwîstiyên xelkê dabîn bike. Hikûmet jî diyar dike ku wê ji vê ziyanê bistîne û hinek merc daniye. Di bingeh de naxwaze vê rêjeyê bide. Ji ber ku dizî û gendelî dahata kompanyayan dibe.”