Efrînê efrînî bi rê ve nabin!
Li ser rewşa ewlehiya Efrînê Îbrahîm Şêxo bi bîr xist ku ti guhertinên nû çênebûne û wiha pêde çû: “Hêzên çekdar ên girêdayî Şamê dîsa li wir in. Hinek ji wan derketine û tev li rêvebiriya giştî bûne. Xelkê Efrînê pir kêm tev li wê ewlehiya giştî bûye.’’

Dewleta tirk û komên girêdayî wê, di 20ê çileya 2018an de, Efrîn dagir kir. Di 18ê adara heman salê de nêzî 300 hezar mirov ji ber êrişên hewayî yên balafirên şer ên Tirkiyeyê koçî Şehbayê kirin. Piştî efrîniyan koç kir, li şûna wan malbatên komên girêdayî dewleta tirk dest danîn ser mal û milkên xelkê Efrînê. Piştî peymana 29ê çileyê, di çarçoveya peymanê de welatiyên ku ji Efrînê koçber bûbûn, dîsa kom bi kom vegeriyan ser ax û warê xwe. Le piştî vegerê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû rû dimînin.
Heta meha gulanê 5 komên koçberên Efrînê ku ji 3 hezar û 400 malbatan pêk tê, vegeriyane Efrînê. Niha 8 kom vegeriyane. Hejmara koçberên ji Efrînê vegerin warê xwe 8 hezar û 800 malbat in. Hê jî Meclisa Koçberên Efrînê navên malbatên ku dixwazin vegerin, qey dike. Koçberên ku vegeriyan ji bajarê Efrîn, navçeyên Cindirês, Şiyê, Raco, Mobata û hinek malbat ji navçeya Bilbilê, Şera û Şêrawayê ne.
Têkildarî rewşa Efrînê rêvebirê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo nirxandinên girîng kirin. Îbrahîm Şêxo anî ziman ku yek ji xala peymana 29ê çileyê vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bû û wiha got: “Li gorî vê peymanê divê koçber vegerin cih û warên xwe. Ji bo vegerê her du aliyan xebat kir. Hem rêvebiriya xweser û HSDê û hem jî hikûmeta Sûriyeyê li ser vê yekê xebitîn. Ji Adarê heta hezîranê 8 karwan bi rê ketin. Ji Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Amûdê û heta Kobanê koçber vegeriyan Efrînê. Nêzî 8 hezar û 720 malbat vegeriyan Efrînê. Tê gotin ku nêzî 80 hezar kes vegeriyane Efrînê. Lê em dikarin bibêjin ji sedî 80ê xelkê Efrînê vegeriyaye ser cih û warê xwe. Niha li Efrînê rêjeya kurdan, nêzî ji sedî 80 ye.”
Ji sedî 25 xanî hatine xerakirin
Îbrahim Şêxo da zanîn ku beriya xelk vegere, dihat gotin ku ji bo vegerê amadekarî tê kirin û wiha berdewam kir: “Piştî xebatên ji bo vegerê, nêzî 8 hezar û 700 hezar malbat vegeriyan cih û warên xwe. Lê di vegerê de ti amadekariyên binesaziyê ji bo malbatan nehat kirin. Malbat vegeriyan, lê ji bo mayînê ti amadekarî nehatibû kirin. Xaniyên wan hatibûn rûxandin. Nêzî ji sedî 25 nikarin li xaniyên xwe bi cih bibin. Malbat vegeriyan, lê erebên ku ketine xaniyên wan, hîn ji xaniyên wan derneketine û malbat nikarin li malên xwe bi cih bibin. Malbatên ku piştî vegeriyan û dîtin ku di xaniyên wan de malên ereb hene. Ji ber xanî tijî bûn li cem xizmên xwe, hewşan û li komelgehan dimînin.”
Ji malbatan bacê distînin
Îbrahîm Şêxo bal kişand ser amadekariya binesaziyê û ev agahî dan: “Binesaziya Efrînê jî nehatiye amadekirin, binesazî xerabe ye. Gelek xanî hene, divê ji nû ve bên avakirin. Malbatên vegeriyan ser axa xwe bac ji wan tê xwestin. Li beramberî mal û xaniyên wan bacê dixwazin. Ji 1 hezar dolarî heta 10 hezarî pere ji efrîniyan dixwazin. Ku xanî mezin bin û du qat bin, heta 15-20 hezar dolarî ji wan tê xwestin. Li aliyê din, av û ceyran li hundirê Efrînê heye, lê li gorî pêdiviya Efrînê av û ceyran tune ye. Malbatên ku dixwazin xaniyê xwe bistînin jî pereyê wan tune û zor û zahmetiyan dijîn. Li Efrînê derfetên kar û xebatê tune ye. Yek ji zahmetiyên mezin qada xebatê ye. Xelkê ku hat Efrînê ji ber kar tune ye, dîsa vedigerin Heleb û Qamişloyê. Niha yên vegeriyane, di şertên zor û zahmet de dijîn.”
Dagirker Efrînê bi rê ve dibin
Li ser rewşa ewlehiya Efrînê Îbrahîm Şêxo bi bîr xist ku ti guhertinên nû çênebûne û wiha pêde çû: “Hêzên çekdar ên girêdayî Şamê dîsa li wir in. Hinek ji wan derketine û tev li rêvebiriya giştî bûne. Xelkê Efrînê pir kêm tev li wê ewlehiya giştî bûye. Kesên vegeriyan Efrînê jî heta niha karek ji bo wan nehatiye dîtin û nikarin derkevin derveyî bajêr jî. Niha yên Efrînê bi rê ve dibin ereb in. Tirkmen jî di nav wan de hene. Lê kurd pir kêm li nav rêvebiriyê cih digirin. Niha li Efrînê zêdetir kurd in, lê biryar di destê wan de tune ye. Kengî bixwazin ceyranê berdidin, nexwazin jî bernadin.”
Li ser girtin û revandinê jî Îbrahîm Şêxo axivî û wiha bi dawî kir: “Li gorî berê girtin û revandin pir kêm bûye. Yên li hundirê Efrînê bêne girtin jî piştre dîsa têne berdan. Lê niha girtin û lêpirsîn li gorî berê kêm bûye. Di aliyê ewlehiyê de rewş li gorî berê hinek baştir e. Rola hêzên derve wekî berê nemaye. Rol a rêvebiriya Efrînê ye. Divê xelkê Efrînê tev li ewlehiya giştî bibe, biryar û berpirsyar ên xelkê Efrînê bin. Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê dîsa li wir in. Di aliyê ewlehiyê de rewş ji berê baştir e. Xelk dikare here nav dahl, rez û zeviyên xwe. Yên Efrînê bi rê ve dibin ereb in. Lê tirkmen jî li nav wan hene. Yên li Efrînê di rêvebiriya bajêr de kurt be jî ti mîsyon di destê hevalan de tune ye. Biryar di destê ewlehiya herêmî de ye.”


