Ebo Fedek: Dê Heşdî Şabî çekan radest neke
Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Seferberiya Gel (Heşdî Şabî) Ebdulezîz Mihemedawî ragihand ku ew ê çekên komên çekdar radestî dewletê nekin.

Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Seferberiya Gel (Heşdî Şabî) Ebdulezîz Mihemedawî (Ebo Fedek) der barê radestkirina çekên komên çekdar ya ji bo dewletê de ji çapemeniya Iraqê re axivî.
Ebo Fedek li ser pirsa radestkirina çekan a ji bo dewletê, wiha got: “Kî wê çekan wergire? Kî wê karibe çekan wergire?”
Di nava raya giştî ya Iraqê de ev gotinên Ebo Fedek wekî ku ew ê çekên komên çekdar ên Heşdî Şabî radestî dewletê nekin, hat nirxandin.
Ev daxuyanî piştî êrişa duh a hevbeş a Amerîka û Erebistana Siudî ya li dijî komên Heşdî Şabî hat kirin.
Hêjayî gotinê ye di encama êrişa duh a li ser Heşdî Şabî de 20 çekdar hatin kuştin û 32 çekdar jî birîndar bibûn.


