DYAyê li Îranê balafira bombardûmanê ya stratejîk B-1 bi kar anî
Hate îdîakirin ku DYAyê di êrişên li ser hedefên Muxafizên şoreşê yên Îranê de yekmcar balafira bombardûmanê ya stratejîk a B-1 bi kar aniye. Li gorî Axiosê ev gav nîşan dide ku Washingtonê operasyonên xwe yên leşkerî berfireh kiriye.

Hate ragihandin ku artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo li hedefên Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê bide balafira bombardûmanê ya stratejîk a B-1 bi kar aniye.
Li gorî nûçeya Axiosê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên DYAyî, ev yek ji şerê beriya 12 rojan jinûve destpê kiriye û vir ve operasyona yekemîn a balafira B-1 e.
Çarçoveya operasyonê tê berfirehkirin
Di nûçeyê de hate ragihandin ku balafira bombardûmanê ya B-1 dikare 24 bombeyên bi 900 kîloyî yan jî bi dehan fuzeyan hilgire û hate gotin, bikaranîna vê balafirê nîşan dide ku DYAyê asta operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bilind kiriye.
Li gorî nûçeyê, balafira bombardûmanê ji baregeheke hewayî ya li Îngilistanê rabûye û ev firîn di sîstema şopandina trafîka hewayî de hatiye dîtin. Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişên roja Sêşemê de cih neda vê operasyonê.
Îhtimala êrişeke berfireh
Di nûçeyê de hate gotin, hebûna leşkerî ya DYAyê ya li herêmê dewam dike û Serok Donald Trump operasyonên leşkerî yên berfireh ên li ser Îranê jinûve dinirxîne.
Hate ragihandin ku rayedarên DYA û Îsraîlî dibêjin, operasyona nû ya leşkerî di rojên bê de dikare destpê bike.


