DYAyê ji bo welatiyên wan neçin Iraqê hişyarî da!
Nûnertiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ya li Bexdayê bang li hemwelatiyên xwe kir ku bi ti awayî serdana Iraqê nekin.

Nûnertiya DYAyê ya li Bexdayê bi daxuyaniyek nivîskî bang li hemwelatiyên xwe kir ku bi ti awayî serdana Iraqê nekin.
Nûnertiyê sedema vê bangê bi egera metirsiya teror, revandin û pevçûnên çekdarî ve girêda.


