DYA wê bi buhayê 24,3 milyar dolarî F-35 bifiroşe Erebistana Siûdî

Wezareta Karên Derve ya DYAyê peymana çekan erê kir ku bi buhayê 24,3 milyar dolarî 48 balafirên şer ên F-35 bifiroşe Erebistana Siûdî. Ji bo peyman bikeve meriyetê divê Kongreya DYAyê erê bike.

•
1 deqe xwendin
DYA wê bi buhayê 24,3 milyar dolarî F-35 bifiroşe Erebistana Siûdî

Di paketa firotinê de li gel 48 balafirên şer ên F-35 her wiha 49 motorên Pratt & Whitney, amûrên ragihandin, parçeyên cihgir û xizmetên piştevaniya teknîkî jî hene. Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îdîa kir ku ev firotin wê hevsengiyên leşkerî yên li herêmê neguherîne.

Riyadê ev peyman bi kêfxweşî pêşwazî kir. Sefaretxaneya Bilind a Erebistana Siûdî ya li Washingtonê ragihand ku firotina F-35 hêza hevkariya parastinaê ya stratejîk a navbera herdu welatan nîşan daye.

Nîqaşa li ser serweriya leşkerî ya Îsraîlê

Erebistana Siûdî demeke dirêj e ku dixwaze balafirên şer ên F-35 bikire. Lê belê Îsraîl ku yekane welat e ku li herêmê van balafiran bi kar tîne, beriya niha fikarên xwe yên li ser mijara firotinê parve kiribû. Di çarçoveya polîtîkaya DYAyê de ku demeke dirêj e dimeşîne, divê Îsraîl li herêmê li ser hevrikên xwe yên gengaz ji aliyê leşkerî ve serwer be.

Wezareta Karên Derve ya DYAyê ragihand ku firotin wê kapasîteya parastina Erebistana Siûdî ya di operasyonên hewa-hewa û hewa-bejahî de zêde bike, lê hevsengiya leşkerî ya herêmî neguherîne.

Fikara li ser Çînê

Yek ji sernavên girîng ên nîqaşa li Kongreya DYA ew e ku teknolojiya F-35 karibe bikeve destê Çînê. Li gorî New York Timesê hin analîstên li îstîxbarata DYAyê, di ser hevkariya navbera Riyad û Pekînê mijar xistine rojevê ku Çîn karibe xwe bigihîne tekonolojiya pêşketî ya balafirê.

Endamê Komîteya Îstîxbaratê ya Meclîsa Nûneran a DYAyê Raja Krishnamoorthi yê Demokrat li ber vê firotinê rabû û bal kişand ser hişyariyên saziyên îstîxbaratê yên li ser Çînê.

F-35 heta niha bi giranî ji hevalbendên nêz ên DYAyê, ji Îsraîlê û hin welatên NATOyê re hatiye firotin. Tirkiye jî ji ber ku sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê kirî, di sala 2019'an de ji bernameya F-35 hatibû derxistin.

Mijara firotina F-35 ji bo Erebistana Siûdî di demeke welê de kete rojevê ku şerê li Rojhilata Navîn hîn bêhtir bandorê li Erebistana Siûdî dike.