DYA û Erebistana Siûdî êrişê Heşdî Şebî kirin

Di êrişên hewayî yên hevbeş ên ku ji hêla DYA û Erebistana Siûdî ve li Iraqê li dijî Heşdî Şebî yên alîgirên Îranê hatin kirin de bi kêmanî 10 kes jiyana xwe ji dest da. Bi vê êrişê re nirxê neftê jî nêzîkî ji sedî 5 zêde bû.

•
1 deqe xwendin
DYA û Erebistana Siûdî êrişê Heşdî Şebî kirin

DYA û Erebistana Siûdî li Iraqê li dijî komên çekdar ên alîgirên Îranê êrişeke hewayî ya hevbeş pêk anîn. Li gorî çavkaniyên Heşdî Şebî yên girêdayî artêşa Iraqê, di êrişan de bi kêmanî 10 kes jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Rayedarên Haşdi Şebî diyar kirin ku êrişan baregehên li herêmên cuda yên Iraqê kirine hedef û windahiya herî giran jî li parêzgeha Nînovayê ya li bakurê welat çêbûye. Rayedaran anîn ziman ku hejmara miriyan dibe zêde bibe.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku operasyon bi hevahengiya Fermandariya Hêzên Navendî yên DYAyê (CENTCOM) re hatiye kirin. Wezaretê komên ku bûne hedef wek "milîsên terorîst ên girêdayî Îranê" binav kir û ragihand ku êriş bi armanca tolhildana êrişên dawî yên li ser saziyên neftê yên Erebistana Siûdî hatine kirin.

Haşdi Şebî jî di daxuyaniya xwe de DYA û Erebistana Siûdî bi kirina "êrîşa terorîstî" sûcdar kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişan baregehên fermî kirine hedef, gelek personel hatine kuştin an jî birîndar bûne û di saziyan de zerareke mezin çêbûye.

Li aliyê din, Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê li sê tankêrên neftê yên ku hewl didan derbas bibin xistine û xwestine wan rawestînin. Îranê îdîa kir ku tankêran tevî hişyariyan jî rêya xwe ya "metirsîdar û neqanûnî" domandine.

Aloziya ku li Rojhilata Navîn ji nû ve bilind bû, bandor li bazarên enerjiyê jî kir. Piştî êrişan, nefta xam a DYAyê (WTI) nêzîkî ji sedî 4,7 bilind bû û gihîşt 83 dolaran, nirxê bermîla nefta Brent jî dîsa bi nêzîkî ji sedî 4,7 zêdebûnê gihîşt asta 88 dolaran.