DYA: Maliyeta şerê Îranê bû 37,5 milyar dolar
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Pete Hegseth ragihand ku şerê li dijî Îranê, heya niha bû sedem ku DYA 37,5 milyar dolar bimezêxe. Hegseth budçeya zêde ya 67 dolarî ya ji bo Pentagonê tê xwestin, ‘lezgîn û pêwîst e’.

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Senatoyê daxuyanî da û got, maliyeta şerê li dijî Îranê gihişte 37,5 milyar dolarê.
Pete Hegseth diyar kir ku ev hejmar hin mezaxtinên heta dawiya meha îlonê tên pêşbînîkirin jî digire nava xwe. Hat ragihandin ku maliyeta dawî ya hatî aşkerekirin, li gorî texmîna berê ya 20 milyar dolarî ji sedî 30 zêde bûye.
Wezîrê Parastinê Pete Hegseth û Serfermandarê Giştî Orgeneral Dan Caine diyar kir ku budçeya zêde ya 67 dolarî ya ji bo Pentagonê tê xwestin, ‘lezgîn û pêwîst e’.
Senatora Demokrat Jeanne Shaheen jî diyar kir ku Wezareta Parastinê hîna xwedî budçeya 75 milyar dolar a nehatî mezaxtin e û daxwaza ji bo budçeya zêde rexne kir.
Di rûniştina li Senatoyê de hin senatorên komarparêz jî daxwaz kirin ku rêveberiya Trump têkildarî stratejiya Rojhilata Navîn, hîn zêdetir agahiyan bide.


