DYA bi dijwarî êrişê Îranê kir
Piştî ku Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku ew ê bersiva Îrana ku êrişê baregehên li Urdunê kiribû bidin, tenê piştî çend saetan artêşa DYAyê ji nû ve dest bi êrişên li dijî Îranê kir.

Çawa ku baregehên Hêşdi Şebî yên li Iraqê ji hêla DYA û Erebistana Siûdî ve dihatin bombardumankirin, Îranê jî fûzeyên balîstîk avêtibûn baregehên DYAyê yên li Urdunê. Trump di 29ê tîrmehê de daxuyaniyek da û got: "Em ê bi tundî li wan bixin, ji ber ku niha dor hat me."
Çend saet paşê DYAyê êriş da destpêkirin û di 30ê tîrmehê de bombardumaneke dijwar hat kirin. Bajarên li parêzgehên cuda yên wekî Ebadan, Bûşehr, Nûrabad û Girava Keşmê hatin xistin. Fermandariya Hêzên Navendî yên DYAyê (CENTCOM) ragihand ku wan pêleke dijwar a êrişan li dijî Îranê pêk aniye. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "CENTCOMê; bi dehan armancên Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî yên li Îranê, di nav de navendên fermandariya leşkerî, tesîsên fûze û balafirên bêmirov, mewziyên çavdêrî û parastina behrê û şiyanên deryayî dan ber bombardumanê. Êriş bi armanca wê yekê hatin kirin ku metirsiyên Îran û hêzên wê yên wekîl ku li ser leşkerên amerîkî, veguhastina behrê ya bazarganî û welatên cîran ên li herêma Kendavê çêdikin hên zêdetir kêm bikin. Di 28ê tîrmehê de hêzên Pasdaran di çarçoveya hewldana êrişeke nediyar de ku li dijî yekîneyên DYAyê yên li Rojhilata Navîn hatibûn bicihkirin, ji Îranê gelek fûzeyên balîstîk avêtin. Hemû fûzeyên Îranê bi serkeftî hatin bêbandorkirin."
Bersivdana Îranê
Îranê jî fûze avêt baregehên DYAyê yên li Urdunê û pasdarên Şoreşa Îranê gef li welatên herêmê xwarin. Di daxuyaniyê der barê mijarê de wiha hat gotin "Welatên ku alîkariyê didin êrişkar, eger reftara xwe neguherînin wê bersiveke tund bistînin. Heta ku gefên rayedarên DYAyê, daxuyaniyên wan ên tund û midaxaleyên wan ên li ser trafîka behrê ya li herêmê berdewam bikin, ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê ne pêkan e."


