Du xelekên têkoşîna çapemeniya jinan

Jinên Kurd çawa ku îro di nîvê Rojhilata Navîn de li dijî pergaleke mêrdewlet li ber xwe dan û hê jî didin, di çapemeniya azad de jî bi sedan jinên rojnameger xeta sêyem a nû ava kirin û dîrok ji nû ve nivîsandin.

•
1 deqe xwendin
Du xelekên têkoşîna çapemeniya jinan

Dema ku demsal dibe payîz û meh dibe cotmeh dil û giyanên me bi bîranîna du rêhevalên me re hem hestiyar dibe hem jî tijî wate û lêgerînekê dibe ku dihêlin mirov berê xwe dide ser rêya azadiyê. Hesta herî zêde jî rêhevaltiya bi jinên wek Gurbetellî û Nagihanê re ye ku serê me her û her pê bilindtir dibe.

Her kes dizane ku ev rê û rêça di 50 salan de bi ked, berdel û bi her kêliyên têkoşînê pêk hatî wisa ne bi hêsanî hatiye avakirin. Me bi sedan, bi hezaran cangorî dan di oxira vê rêya ji bo pêşerojeke azad de. Îroroj her tişt bi saya ewên me yên herî delal û canfeda hat avakirin û hê jî ava dibe. Gurbetellî Ersoz û Nagîhan Akarsel ji van nirxên me ne ku bûn bîr û bingeha çapemeniya azad û têkoşîna tevahiya jinan. 

Dema mirov bala xwe dide jiyan, meş û tekoşîna Gurbetellî û Nagîhanê, zêdetir ew şopa wan a li pey rêya azadiyeke mayînde derdikeve pêşberî me.

Salên Nodî û Çapemeniya Azad

Şer, tunekirin, kuştin, îşkence, gundên ku dihatin şewitandin, rojnameyên ku dihatin qedexekirin an jî bombekirin; li hember van kiryaran têkoşîn, berxwedan û xwebirêxistinkirina welat û civakeke bênav… 

Di hafizeya me tevan de salên nodî bi van peyv, gotin û rastiyan hatine kodkirin. Yên ku ev bîr û hafizeya têkoşîna gelê kurd bi cih kir û li tevahiya cîhanê belav kir, yên ku ji bo ku tundî, kuştin û qetlîam û îşkenceya li ser hemû civakan  derxin holê li kêleka berxwedêrên 50 salan lı ber xwe dan, bêgûman milê rojnamegeriya çapemeniya azad bi xwe bû.

Di wan salan de ku navê kurdbûnê bi her awayî qedexe bû, mafê mirovan li tevahiya bajarên heyî dihat tunekirin, mafên jinan bi tu awayî tune bûn; rojnamegerên çapemeniya azad bi pênûs û nivîsên xwe dibûn navê tevahiya gelê kurd û Rojhilata Navîn û dibûn navê berxwedanê.

Qelemên bi rengê berxwedanê

Li hemû welatên Rojhilata Navîn û cîhanê, sed sal berê rojname, ajans û qadên medyayê hatin avakirin lê di gerînendetiyan de ku li ser civak, jin, zarok û hemû nasnemeyan biyar dihatin dayîn, ne dengê jinan hebû ne jî qelema wan…

Di serê salên nodî de êdî bi Tevgera Azadiyê re deng û rengê berxwedanê li Kurdistan û Rojhilata Navîn diguherî. Vê têkoşîna bêhenase li kêleka xwe çanda çapemeniyeke azad anku pênûsekê ava kir ku dibe dengê jin, zarok, nasnameyên ku tune tên hesibandin û her wiha dibe dengê xwezaya ku tê talankirinê.

Pênûsa Gurbetellî Ersoz

Bêguman kevneşopiya çapemeniya azad bi têkoşîn, zîrektî û berxwedana pênûsên wekî Gurbetellî Ersozan hat avakirin û ji destpêka salên nodî ve bû dengê hemû jin û civakên ku rastî qirkirin, tundî taciz, tecawiz û tunehesibandina dewlet, desthilatdarî û feraseta mêran hatine.

Pênûsa Gurbettellî Ersozan navê pênûsa heqîqetê bixwe ye…

Perspektîfa azadkirina jinan

“Şerê li dijî mêr tenê têrê nake; divê her jinek ji me, berxwedanê ji xwe bide destpêkirin. Ez jî bi pênûsa xwe jixwe didim destpêkirin”  Gurbetellî bi van gotinan ji aliyekî ve hem berê xwe dida perspektîfa azadkirina jinê ya ji pergalê û hem jî di çapemeniya kurdî û her wiha ya Tirkiyeyê de jî tovê hişmendiya rojnamegerên jinparêz direşand.

Ew sekn, bawerî û hez û hêza Gurbetelliyê, dema ku ew di sala 1989an de tê girtin û rastî îşkenceyê tê jî bi her awayî xwe nîşan dide û piştî çend salên girtîgehê, derdikeve û di sala 1993yan de berê xwe dide rojnameya Ozgur Gundemê. 

Gerînendeya jin a yekem

Jixwe demek bi şûn de jî li rojnameyê dibe gerînende û bi vî awayî hem di dîroka Kurdistanê de hem jî di ya Tirkiyeyê de dibe yekemîn gerînendeya jin… Bifikirin di gelek ajansên qerase de ku bi nav û deng in li cîhanê, yên wekî Reuters, AFP, ASSOCIATED PRESS (AP) û gelekên din, li gel dîroka xwe ya nêzî sedsalan jî, di wan salên gerînendetiya Gurbetelliyê de, hê nav û rengê tu jinekê jî li wan nebû.

Yek ji xelekên çanda têkoşînê

Bêgûman bi vî awayî em rastî û zelalbûna fikir û bîrdoziya ku bingeha çapemeniya azad li ser ava bûyî û bûyî yek ji xelekên çanda têkoşîna 50 salan, bi nav, berxwedan û têkoşîna berxwederên wekî Gurbetelliyê zêdetir dibînin.

Nagîhan Akarsel

Di rêya têkoşîna jinan de yek ji berxwedêran xwedî qelemeke têr û tijî, Nagîhan Akarsel bû. Nagîhan di destpêkê de li ser rêya Gurbetelliyê dimeşe û di çapemeniya azad de kedeke mezin dide. Piştre jî dibe yek ji pêşengên xebatên Jineolojiyê ku vê meş û têkoşîna ji bo azadiya jinan digihîne kûrahiyeke teorîk.

Wê di tevahiya jiyana xwe de ji bo civakîkirina tecrube û bîrdoziya ku şoreşa jinê afirandiye, di asta rewşenbîriyê de û li qadan kedeke mezin da. Wê bi nivîs, lêkolîn û pêşengiya xwe ya sazûmanî bal kişand ser xurtkirina zemîna dîrokî û zanistî ya nasnameya jina azad. 

Pênûsa li dijî pergalê

Ew armanca ku Tevgera Jinên Azad ji destpêkê heta îrorojê li dijî vê sîstema windakirin, bêdenghiştin û tunehesibandina jinan û qetilkirina wan a rojane têkoşiyaye, ew jî ji bo wê armancê têkoşîna û ji bo avakirina pergaleke alternatîf wê her û her li ber xwe da. Nagîhanê jiyana xwe li ser bingeha vê berxwedanê ava kiribû û li her devera ku diçûyê ji, tenê bi vê armancê tevdigeriya. 

Rojnameger û nivîskar Nagîhan Akarsel di 4ê cotmeha sala 2022yan de li Silêmaniyeyê ji aliyê feraseta desthilatdar ve di encama sûîqestekê de jiyana xwe ji dest da. Bêguman têkoşîn û berxwedana wê ya li dijî vê feraseta mêrperest û desthilatdar rê li jinan firehtir kir. Mîreteya edebî û zanistî ya wê li pey xwe hiştî her û her dibe nîşaneya paradîgmaya azadiya jinan û lêgerîna heqîqetê.

Bi sedan kedkarên çapemeniyê

Ew bîr û baweriya di çapemeniya azad de hatî avakirin bêguman bi hêsanî na; bi têkoşîna Gurbetellî Ersoz û Nagîhan Akarselan û bi sedan şêrgeleyên wekî Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Nesrîn Teke, Evrîm Alataş, Evîn Bûldan, Şîlan Aras, Şaristan Asmîn, Zeynep Erdem, Esen Aslan, Ayfer Serçe, Dilîşan Îbîş, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Jiyan Bîlgînan hatiye mezinkirin ku wan mîrateya çanda azad bi têkoşîna xwe av daye û her yek ji wan bûye cangoriyên dawe û doza xwe.

Jinên kurd çawa ku îro di nîvê Rojhilata Navîn de li dijî pergaleke mêrdewlet li ber xwe dan û hê jî didin, di çapemeniya azad de jî bi sedan jinên rojnameger xeta sêyem a nû ava kirin û dîrok ji nû ve nivîsandin.

Ger îro li tevahiya Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’iyê belav dibe û hemû jinên cîhanê di bin vî dengî de kom dibin, ev bêguman bi fedakarî, biryardarî û têkoşîna bi hezaran Gurbetellî û Nagîhanan e.