Dozger vîna ATK red kir

Saziya Tiba Edlî (ATK), rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû Metîn Tûran ê 25 sal in girtî ye. Lê dozger ev biryara ATKê red kir.

•
1 deqe xwendin
Dozger vîna ATK red kir

Nivîskar Metîn Turan li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê de tê ragirtin, Metîn Tûran 25 sal in girtî ye. Metîn Tûran nameyek ji parêzvana mafên mirovan Nuray Çevîrmen Aykol ku qunciknivîsa “Ji Girtîgehê” a rojnameger û nivîskarê Huseyîn Aykol a di rojnameya Yenî Yaşamê de berdewam dike re, şand. Metîn Turan di nameya xwe de qala binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehê rû bi rû dimînin kir.

Metîn Turan çavên wî kêm dibîne. Dîtina heyî jî bêtir kêm dibe. Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê wî de nirxandin kiriye ku di her du çavên wî de di asta pêşketî de windabûna dîtinê heye, ji ber vê yekê jî nikare di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe bi tena serê xwe berdewam bike.

 Metîn Turan diyar kir ku ATKê di çarçoveya xalên Qanûna Înfazê yên wekî taloqkirina înfaza cezayê girtîgehê di rewşa nexweşiya giran de û berdana bikontrol (xalên 105/A û 16/6) de rapor daye.

 Metîn Turan anî ziman ku tevî rapora ATKê jî, serlêdana wî ya ji bo taloqkirina înfazê ya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Bafrayê re kiribû hatî redkirin û di nameya xwe de cih da van gotinan: "Dozgeriyê di biryara xwe ya 6ê Tîrmehê de ne qala nexweşiya giran, ne qala rewşa astengdariyê û ne jî qala rapora ATKê kiriye. Di biryarê de tenê hatiye gotin, 'Şertên taloqkirina cezayê pêk nehatine'. Lêbelê ATK rewşa min wekî 'Nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne' pênase dike."

 Turan diyar kir ku wî li dijî biryara dozgeriyê, serlêdana îtirazê ji Dadgeha Înfazê re kiriye.