Dizan berdidin karkeran binçav dikin
Karkerê Holdîng SSS a Madenê ya Xarpêtê, di 13 rojan de çar caran hatin binçavkirin. Karker Ramazan Ustun ê 13 roj in li pêş Wezareta Enerjiyê li gel 100 hevalên xwe çalakiyê li dar dixe, anî ziman ku rayedarên dewletê li şûna li dizan bigerin, mexdûrên diz binçav dikin.

Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ên ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê yê Xerpetê dixebitin, ji bo destheqê xwe bigirin 13 roj berê hatin Enqereyê û dest bi çalakiyê kirin. Karkarên ku hatin Enqereyê bi daxwaza hevdîtinê bi Wezerata Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re bikin, 13 rojin li ber wezaretê çalakî li dar dixin. Karkeran ku li heqê xwe digerin cara çaremîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsan li pêş wezaretê êrîşî karkeran kir û pisporê rexistinkirinê ya sendîkayê Başaran Aksu jî di nav de nêzikî 100 karker binçav kirin. Di mûxadeleya polîsan de rojnameger Sultan Kiliç jî hat derbkirin. Polîsan di hefteya ewil de jî 80 karker 3 caran binçav kirin.
Yek ji karkerên ku di çalakiyê de ye, Karker Ramazan Ustun anî ziman ku ew ji navçeya Erxenî ya Amedê hatine û got: “Me li Madenê hefteyekê çalakî pêk anî. Lê me encam negirt û em hatin Enqereyê. 13 rojin em li vir çalakiyê pêk tînin. Em li vir 4 çaran hatin binçavkirin. Gotineke me ya kurmancan heye. Dibêjin li cihekî dizî hebe li diz bigerin. Lê yê me dijberî wê ye. Li şûna li diz bigerin, li kesên malê wî hatiye dizîn digerin û wî binçav dikin. Em 4 caran hatin binçavkirin. Em 3 rojan li ser hev hatin binçavkirin. Di roja 10an de em dîsa hatin binçavkirin. Daxwazên me li ber çavan in. Sal û nîvek bûye heqê me nedaye me. Sîgortayên me ranezandine.”
Karkerên ku nikarin meaşên xwe bistînin û heqê sîgortaya wan nayê razandin, dixwazin heqê keda xwe bigirin û sîgortaya wan bê razandin. Karker destnîşan dikin ku ew ji bo mafê xwe hatine Enqereyê û ji ber meaşên wan nayê dayîn edî nikarin debara malbata xwe bikin. Karker Ramazan Ustun da zanin ku ew li hemberî zarokên xwe şerm dikin û wiha axivî: “Dema zarokên me tiştekî ji me dixwazin em nikarin bibin bersîv. Em li hemberî wan fedîkar in.”
Ramazan Ustdun bilêv kir ku heta niha AKP û MHPê silav nedaye wan û wiha berdewam kir: “Wekî ku em ne welatiyê vî welatî bin. Tenê li ser navê DEM Partiyê Ceylan Akça 3 caran hat û pirsa me kir. CHP û Yenî partî hatin serdana me. Em li vir mafê xwe dixwazin. Em ji bo mafê xwe li ber xwe didin. Em dixwazin me guhdar bikin. Wezîrê Enerjiyê ne tê serdana me û ne xwe nîşanî me dide. Xwe vedişêre.”
‘Em mirov in’
Ramazan Ustun, anî ziman ku wezîr xwe nîşanî wan nadin û wiha pêde çû: “Tu dibêje qey em hirç û gur in û însanan dixwin. Em ne hirç û gur in. Em li vir ji bo mafê xwe diqîrin. Dengê me ketiye. Em dipirin çawa dibe ku Wezîr, Walî û qeymeqam dengê me nabihîze. Çawa çê dibe ku Şaredar, Serokkomar dengê me nahibîze.”
‘Diz li Enqereyê ye’
Ramazan Ustun, da zanin ku ew jî xelkê vî welatî ne û wiha lê zêde kir: “Ev welat û ax ya me tevan e. Em li welatekî din bûna dê li me guhdar kiribûya û em mafdar dîtibûna. Lê îro diz li vir e. Dibêjin em pere didin zarokan. Heqê xwîn û keda me didin zarokên xelkê. Her kes jî rastiyê zane. Însan ji ber neheqî li wan tê kirin xwe davêjin nava agir. Em dixwazin dengê me bê bihîstin.”
Ramazan Ustun herî dawî destnîşan kir ku Parlamenterê AKPê Galip Ensarîoglu, dema ray û hilbijartinê gund bi gund digerin û wiha bi dawî kir: “Di dema hilbijartinê de diaxivin û zimanxweşiyê dikin. Lê em jî mirov in. Bila ji me hez nekin. Lê heqîqet çibe bila li gorî heqîqetê tev bigerin.”
Karker Mehmet Abîr jî anî ziman ku wî di 2021ê de dest bi kar kir û got: “12 roj in em ji bo mafê xwe li vir in. AKP li daxwazên me guhdar nakin. Mafê me nadin me. Em mafê xwe dixwazin.”
Karker Mehmet Aribulak ku ji Wanê hatiye jî anî ziman ku ew 13 rojin ji bo mafê xwe li Enqereyê ne û got: “15 sal in em li Madenê di bin erdê de kar dikin. Em ji bo mafê xwe hatine ber Wezareta Enerjiyê. Em li vir bang dikin. Lê kes dengê me nabihîze. Ez 15 sal in di bin zikê erdê de karê madenê dikim. Meaşekî didim min, duduyan nadin. Em nikarin debara zarokên xwe bikin. Ji bo mafê xwe em nêzî 13 rojin hatine ber Wezareta Enerjiyê. Lê dengê me nabihîzin. Em doza mafê xwe dikin.”
Rojê 12 saetan di bin zikê erdê de ne
Necatî Denîz jî anî ziman ku 6 sal in di şîrketê de xebatê dike û got: “Em rojê 12 saetan di binê çiyê de kar dikin û mafê xwe nagirin. Ez bang li wezîr û rayedaran dikim ku mafên me bidin me. Dîn û îmanê wezîr tune. Ku dîn û îmanê wan hebe dê mafê me bidin me.”


