Dîwana Edaletê ya YEyê qanûna efûyê ya ji bo Katalanan pejirand
Dîwana Edaletê ya Yekitiya Ewropayê (ABAD), biryar da ku qanûna efûyê ya ku di sala 2024an de li Spanyayê ji bo serxwebûnxwazên Katalan hatibû derxistin, li dijî hiqûqa YEyê nîne.

Dadgehê diyar kir ku armanca vê qanûnê "kêmkirina rageşiya siyasî û hêsankirina pêvajoya lihevhatinê ye."
Puıgdemont di navenda lihevkirinê de bû
Qanûna efûyê piştî ku Serokwezîr Pedro Sánchez ji bo avakirina hikûmetê piştgiriya partiya Junts a serokê Katalan Carles Puigdemont girt, ketibû rojevê.
Puigdemont, ku surgunê Belçîkayê bibû ji ber rola xwe ya di hewldana serxwebûnê ya sala 2017an de, ji sala 2018an vir ve li Spanyayê tê darizandin.
Biryara girtinê berdewam dike
Dîwana Edaletê ya YEyê, her wiha biryar da ku qanûna efûyê zirarê nade berjewendiyên aborî yên Yekitiya Ewropayê.
Lê belê, Dadgeha Bilind a Spanyayê tawanbariya "bikaranîna xirab a çavkaniyên giştî" ya li ser Puigdemont nexist nav sînorê efûyê; ji ber vê yekê biryara girtina wî berdewam dike.
Heta niha nêzî 400 kesî sûdê ji vê qanûna efûyê girtiye. Biryara dawî ya li ser Puigdemont dê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê ve bê dayîn.


