'Divê şertên ku Abdullah Ocalan bikaribe piştgiriya pêvajoyê bike bên afirandin'

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û anî ziman ku divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibe piştgiriya pêvajoyê bike, bên afirandin.

•
1 deqe xwendin
'Divê şertên ku Abdullah Ocalan bikaribe piştgiriya pêvajoyê bike bên afirandin'

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Rojnameya Turkgunê re axivî. Bahçelî tekildarî qanûna çarçoveyî diyar kir ku ew qanûn destpêka merhaleya nû ya pêvajoyê ye û got ku bi cihanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û pêkanîna edaletê dikare di demên pêş de bên rojeve.

‘Pêwîst e şert û mercên Ocalan werin sererastkirin’

Bahçelî derbarê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî ev tişt anîn ziman: "Di pêvajoya ji niha û pê ve de, avêtina gavên din ên ku di rapora hevpar a ji aliyê 'Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê' ve hatiye amadekirin de hatine destnîşankirin, pêkanîna sererastkirinên qanûnî û îdarî yên pêwîst û birêvebirina pêkanînan bi hevkarî û koordînasyoneke bibandor, dê xwedî girîngiyeke krîtîk be. Abdullah Ocalanê ku weke rêbera damezrîner a PKKê bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a kiriye re, di biryara fesîxkirin û berdana çekan a PKKê de fonksiyoneke girîng bi cih aniye. Pêwîst e şert û mercên Ocalan werin sererastkirin, da ku di serdema pêşiya me de jî bikaribe pêvajoyê bidomîne."