Divê dewlet hişmendiya yekperest terk bike

Endamê OHDê Parêzer Veysî Guneş anî ziman ku kêmasiya herî mezin ew ku mesele wekî meseleya asayîşê hatiye dîtin û got: “Siltanên ker û kor jî dizanin ku ev pirsgirêk ‘pirsgirêka azadî û statuya gelê kurd e’. Ji bo mesele çareser bibe divê dewlet dest ji hişmendiya yekperest berde.’’

•
1 deqe xwendin
Divê dewlet hişmendiya yekperest terk bike

Daristan Pala

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nûnerên dewletê di 20ê tirmehê de ji bo rê li pêşiya pêvajoyê vebibe û gavên hiqûqî, zagonî û siyasî bêne avêtin li Îmraliyê li ser mutabaqatekê li hev kirin. Pêşnuma ku ji 12 xalan pêk dihat di 5ê tebaxê de anîn rojeva meclisê. Ewil di komîsyona dadê ya meclisê re derbas bû û piştre anîn rojeva lijneya meclisê. Qanûna çarçoveyî li meclisê bi 467 dengan hat erêkirin. 87 parlamenteran red û 7 parlamenteran jî fikra xwe diyar nekirin. Piraniya wekîlên AKP, MHP û DEM Partiyê dengê erênî bikar anî. 

Endamê Şaxa OHDê ya wanê Veysî Guneş der barê kêmasiya qanûnê de, gava duyemîn ku bê avêtin, statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriyê nirxandinên girîng kirin. 

Prz. Veysî Guneş ewil li ser kêmasiyên qanûnê rawestiya û wiha got: “Ji aliyê hiqûqî û polîtîk ve, kêmasiya herî mezin a qanûna çarçoveyî ew e ku pirsgirêkê wekî pirsgirêka "asayîşê" an "tasfiyeyê" dinirxîne. Lê siltanên ker û kor jî dizanin ku ev pirsgerêk "pirsgirêka azadî û statuya gelê kurd e". Qanûn li ser hîmê hiqûqa navendî û dewletê hatiye amadekirin. Li cihê ku paradîgmaya civakî û demokratîkbûnê nîşan bide, ev qanûn destûr û îradeya dewletê dike pîvan. Qanûn li şûna ku mafên kolektîf û îradeya siyasî bixe navenda dariştina xalan, hewl dide berxwedanê bîne asteke qanûnî ya teng û proseyê di bin kontrola burokrasiya dewletê de bihêle.” 

Divê qada siyaseta azad bê vekirin 

Prz. Veysî Guneş li ser gava duyemîn ku bê avêtin jî rawestiya û ev nirxandin kir: “Ji bo ku ev gav nebe pêngaveke taktîkî û veguhere aştî û çareseriyeke stratejîk; di qonaxa duyemîn de divê pênaseya yekperestî ya hiyerarşîk bê rûxandin û pênaseya hemwelatîbûna azad û neteweya demokratîk were pejirandin. Divê qadek ji bo azadiya civakî û siyaseta azad were vekirin. Pêdivî bi peymaneke civakî/destûrekê heye ku ne tenê li ser bingehên qanûnî, her wisa li ser bingehên wekhevî û azadiya hemû pêkhateyan were avakirin. Ji bo wê jî pêşî li siyaseta azad ji bo her pêkhateyê Tevgera Azadiya Gelê Kurd bê vekirin û di serî de jî statuya Rêber Ocalan bi awayekî hiqûqî divê were nasîn. Her wisa dariştina mafên komî (perwerdeya zimanê dayikê, mafê xwebirêveberinê û demokrasiya xwecih) li nav qanûnan de jî nebe nabe.” 

Dewlet ji hêza Rêzdar Ocalan ditirse

Prz. Veysî Guneş der barê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û got: “Bi kurtasî sedema tunebûna statuya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Ocalan ev e; bi awayekî rasterast bêjin ku dewlet ji îradeya gelê kurd û hêza Rêber Ocalan ditirse. Dewlet bi rêya nenivîsîna statuyê di teksta qanûnî de, hewl dide rola Rêbertiyê û îradeya gel a siyasî negire nav çarçoveya fermî û bandora civakî, îdeolojîk a paradîgmayê sînordar bike. Dewlet, Rêbertî û tevgera azadiyê wekî aliyekî ku divê bê tesfiyekirin dibîne, ne wekî avakerê muzakere û aştiyeke wekhev.”  

Statu ne daxwazeke ferdî ye 

Parêzer Veysî Guneş bal kişand ser nebûna statuya Rêberê Gelê Kurd a di qanûnê de û wiha pêde çû: “Statu ne tenê daxwazeke ferdî ye; nûnertiya îradeya civakî û rêberiya proseyê ye. Ji bo ku analîzên kûr û pêngavên stratejîk di nav civakê û tevgerê de werin meşandin, pêdivî bi mercên azad, ewlehî û ragihandinê ji bo Rêber Ocalan heye. Bêyî naskirina statuya hiqûqî, fizîkî û siyasî ya aktorkerê sereke, proseya muzakereyê baweriya civakî wenda dibe û di navbera gel û hemû aliyan de gumanên kûr ava dike. Ev tişt dibe sedema qelsbûna vê proseyê û entegrasyona demokratîk.” 

Pêdivî bi guhertineke bingehîn heye 

Endamê Baroya Wanê Prz. Veysî Guneş herî dawî li ser çareseriyê jî nirxandin kir û got: “Çareseriya giştî tenê bi guherîna çend modelên înfazê yan efûyeke teknîkî nabe; pêdivî bi guherîneke bingehîn a polîtîk û hiqûqî heye. Divê hemû girtî û endamên tevgerê ne wekî "sûcdar" bên dîtin, wekî kirdeyên siyasî yên avakirina jiyana demokratîk bên pejirandin. Avakirina zemîneke wisa ku tê de hemû beşên civakê – di nav de yên ku ji ber sedemên siyasî li derve yan di girtîgehan de ne – bikaribin bi nasname û nêrînên xwe yên resen beşdarî siyaseta demokratîk bibin. Tevgera azadiyê bi şewitandina çekan peyama aştiyek mayînde da hemû cîhanê. Lê ji bo aştî û civaka demokratîk, divê dewleta tirk jî hişmendiya xwe ya yekperest, ewlehîperest û înkarker bişewitîne. Çareseriyek mayînde bi vê hişmendiyê pêkan e.”