‘Dîtina Rêber Apo sedema têkoşînê ye’

MEBYA-DER û TUAY-DERê di çarçoveya Pêvajoya Civaka Demokratîk de li Êlihê civîna gel li dar xistin.

•
1 deqe xwendin
‘Dîtina Rêber Apo sedema têkoşînê ye’

MEBYA-DER û TUAY-DER bi armanca nîqaşkirina Pêvajoya Civaka Demokratîk û guhdarkirina pirsgirêkên gel, li Taxa Şafak a Êlihê civîna gel lidar xist. Sekreteryeya Îmraliyê Çetîn Arkaş û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a qeyim tayînî şûna wê kirin û gelek kesên din beşdar bûn. Li salonê posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û pankartên “Dîtina Rêber Apo sedema me ya têkoşînê ye”, “Di şopdariya şehîdan de ber bi rêbertî û civaka azad”, “Bi rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk” û “Bi çalakiya azadiyê ber bi civaka komünal” daliqandin. Civîn ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di civînê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” berz kirin.

Gulistan Sonuk diyar kir ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd hate vê qonaxê û got: “Bi aktoriya Rêber Abdullah Ocalan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxeke nû bûye. Divê em xebatên xwe û rêxistinbûna xwe hîn zêdetir bikin. Rêbertî hewl dide Tirkiyeyê demokratîk bike, em ê jî xebatên entegrasyoneke demokratîk bimeşînin. Em ê xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin.”

Piştî axaftinan, civîna gel ji çapemeniyê re girtî dom kir.