Dîsa destên qirêj li ser Rojava ye!

Dema mirov bala xwe dide herêmên din yên Sûrî jî, dibîne ku bi dehan destên qirêj di nava liv û tevgeran de nin. Hîna jî tenê aramî li heremên kurdan pêk hatiye. Hinek alî jî dixwazin vê aramiyê xera bikin. Ji bo wê jî di van demên pêşiya me de jî dibe ku bûyerên wisa provakatîf pêk were.

•
1 deqe xwendin
Dîsa destên qirêj li ser Rojava ye!

Di dema dawî de dîsa gelek destên qirêj li Rojava di nava tevgerê de ne. Di 11ê Îlonê de bi awayekî hovane şervanekî kurd bi destên HTŞê hate şehîdxistin. Şervanê kurd Sîpan Hiznî bi vî awayî kete nav refên pakrewanan û nemir bû. Piştî vê bûyera li gelek bajarên din jî me dît ku lîstokên qirêj tên meşandin û armanc ewe ku bajaran têxe nav kaosek mezin, daku hincet çê bibe ji bo ku hikumeta Şamê têkeve nav bajaran.

Her wiha bûyera derketina agir li girtîgeha Kobanê ku di 12 ê Îlonê de pêk hat. Di vê bûyerê de 9 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 17 girtî jî birîndar bûn. 

Ev hemû kes kurdên ku tevlî çalakiyan bûbûn û hêzên hikumeta şamê xwestibûn wan bi darê zorê derbasî bajarê Helebê bike bû. Ji bo lêpîrsinek berfireh pêk were Mazlum Ebdî bi xwe soz da ku ewê komîsyonek lêpîrsîne were avakirin û berpirsyarên bûyerê were cezakirin. Ne tenê kesên berpirsyar ji bo bûyera girtîgehê – herwiha kesên berpirsyarê şehîdxistina Sîpan Hiznî jî ewê were cezakirin.

Ev bûyer elbet bi zanebûn hate pêkanîn û bi zanebûn jî dîmenê wê hate belavkirin. Armanc ew bû ku bi vî awayî hêrsa gel bilind bike û rê li ber provakasyonên nû vekin. Dema bajarên heremê têkeve nav kaosekê wê demê hêzên hikumeta Şamê dikarin were nav bajaran û bajaran ji nûve dagir bike.

Ev jî eşkere ye ku bi destên çeteyan, xêrnexwazên li Rojava, hêzên nêzî dewleta tirk û herwiha kurdên ku bi dijmin re tevdigerin pêk tê. Lê di serî de hêzên girêdayî hikumeta Şamê berpirsyarin. Rêveberiya Xweser û hêzên kurd li heremê dibê kurdan biparêze. Ku nikaribin biparêzin, wê demê ewê bûyerên wisa hîn pir biqewime.

Piştî bûyera hovane ku bi şehîdketina Sîpan Hiznî bi dawî bû, li gelek bajarên Rojava û li gelek bajarên Ewrûpa bi hezaran kurd çalakî pêk anî û xwest ku cîhan çavê xwe ji bo kurdan negre!

Herwiha li aliyê din dîsa çend roj berê grûbek şervanên kurd ku ji 49 kesan pêk dihat hate berdan. Lê li gora daneyan hîna jî di destê hikumeta Şamê de gelek dîl û girtiyên kurd henin. Şam jî van girtiyan hertim wek şantaj û zext bi kar tîne li himber kurdan. Heya ku hemû dîl û girtî neyên berdan, ti carî gerek berxwedan û tekoşîn raneweste.

Dîsa dema mirov bala xwe dide herêmên din yên Sûrî jî, dibîne ku bi dehan destên qirêj di nava liv û tevgeran de nin. Hîna jî tenê aramî li heremên kurdan pêk hatiye. Hinek alî jî dixwazin vê aramiyê xera bikin. Ji bo wê jî di van demên pêşiya me de jî dibe ku bûyerên wisa provakatîf pêk were. Ez hêvî dikim û bawerim ku him Rêveberiya Xweser û him jî hemû saziyên Rojava gerek pir bi baldarî tevbigerin û hişyarbin, ji bo ku rê li ber bûyerên wisa bigrin!

Dibe ku sedema adiziya van hêzên tarî û qirêj ewe ku di van demên dawî de, hema bêje her roj li gelek bajarên Rojava yê Kurdistanê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî çalakî û xwepêşandan pêk tên. Ev jî dîsa vîna xurt ya gelê Rojava û xwedî derketina wan li zimanê xwe û mafên xwe derdixîne pêş. Ti kes mafên te nade te. Maf gerek were stendin. Ji bo wê jî ked û xebat û îradeyek rêxistinkirî pêwîste. Ji bo wê tekoşîn û berxwedan pêwîste.

Em li vir dikarin Rojhilat û hêzên Rojhilat ji xwere wek mînak bigrin. Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê ji bo çaremîn salvegera şoreşa „Jin, Jiyan, Azadî“ bi bangewaziya hemû partiyên siyasî grevek gelemperî pêk hat. Ev grev bi xwedî derketinek mezin pêk hat û seranserî Rojhilat hemû civak tevlê bû. Ev jî vîna xurt ya hezên Rojhilatê Kurdistanê xuya dike. Hêzên Rojhilat yekdeng diaxivin, yekfikir tevdigere, yekgav dimeşe. Li aliyê din gelê Rojhilatê Kurdistanê jî di hemû dîroka xwe de him pir bi bîr û him ji zana tevgerya ye.

Min berê jî gotibû, ezê niha jî dîsa dubare bikim: Dema kurd li Rojava hevgirtinek wek Rojhilat bikaribin ava bikin û ji şûna berjewendiyên derve, berjewendiyên kurd wek stratejiyek hevpar esas bigre, wê karibe serkeftî bin. Ji bilî vê hemû liv û tevgerên din ewê kurdan qels bike. 

Li mala xwe em dikarin pirrengî bîn, li derve em tenê yek reng bin! 

Li Rojava partî û rêxistin dikarin deh, sed û hezar bin jî. Lê li Şamê dibê hemû yek bin – tenê kurd bin.