Di şerê Xezayê de 40 hezar û 173 kes mirin
Wezîrê Tenduristiyê yê Filistinê der barê şerê ku 319 roj in didome agahî dan.

Wezîrê Tenduristiyê yê Filistinê der barê şerê ku 319 roj in didome agahî dan. Wezîrê Tenduristiyê diyar kir ku êrîşên Îsraîlê didomin û di 24 saetên dawî de li Xezayê 34 mirov hatine kuştin û 114 filistinî jî birîndar bûn.
Di 7’ê Cotmeha 2023’an de di navbera Hemas û Îsraîlê de şer derket. Piştî şer êrîşên li ser Xezayê zêde bûn. Li gorî daneyên wezaretê di şerê 319 rojan de 40 hezar û 173 kes mirin. Di şer de 92 hezar û 857 kes jî birîndar bûne.


