Di Şerê Cîhana 3yemîn de şerê hîbrît, NATO û pêşeroja kurdan

Werçerxana cîhana îro gelek deriyan vedike; di vê serdema şerê hîbrît de ya girîng ew e ku em kurd xwe bêçare nehêlin, berjewendiyên xwe biparêzin û di nav nakokiyên hêzan de dîplomasiyeke asîmetrîk bimeşînin.

•
1 deqe xwendin
Di Şerê Cîhana 3yemîn de şerê hîbrît, NATO û pêşeroja kurdan

Di rastiya rojên îro de li cîhanê şerê 3yemîn diqewime û jê re dibêjin 'Şerê Hibrît'. Di şerê hîbrît de jî qural, qaîde, hiqûq û prensîbên qanûnî nîn e. Wateyeke din wek dibêjin ‘kê zikê kê kun kir’. Ji ber vê rastiya şerê hîbrît hêzên cîhanî êdî ji yek eniyê, an jî li gorî yek dost-dijminî tevnagerin. Dost jî dujmin jî asmetrîk in. Ên ku şerê cîhanê bi rê va dibin yek ji wan NATO ye. NATOyê civîna xwe di 7 û 8ê tîrmeha 2026an de li Tirkiyeyê kir. Encamên vê civînê ji raya giştî ra aşkere kirin. Beşên ku aşkere bûn ji 6 xalan pêk hatin; 2 xal li ser Rûsyayê, xaleke li ser Îranê, 2 xal gelenperî xebatên pêşerojê diyar dikir û xala dawî jî spasî û malavaniya Tirkiyeyê dikir. 

Ji doktrîna Truman heta şerê sar û rola Tirkiyeyê

Serdema şerê sar (1951-1991), bi doktrîna Truman a 1947an ku NATO li dijî Yekitiya Sovyetê hat demezrandinê dest pêkir û heta 1991an bênavber şerê asmetrîk dijî Yekitiya Sovyetê berdewam kir. Di encamê de Yekitiya Sovyetê hilweşiya, partiyên komunîst, sosyalîst seranserê cîhanê qels bûn, bêbandor man. Bi civîna 7 û 8ê tîrmehê NATOyê doktrîna şerê hîbrît êdî li hemberî cîhanê xiste meriyetê. Li gorî vê, pêwîste cîhana heyî mîlîtarîze bike, dewlet an jî hêzên bibandor berbelav bikin da ku di bin qontrola wan de derneyên. Yanî, sîstema kapîtal û emperyal seranserê cîhanê bê asteng tevbigere, bê sînor ji ser erd, bin erd û asîmana sûd bigire. Li gorî vê, kî li pêş wan asteng an jî wek alternatîf tevbigere pêwîste bi şêwazeke şêwazan ji holê bê rakirin an jî bê bandor bê hiştin. 

Di 1947an de NATO hat damezirandin, di 1952an de Tirkiye hildane nava NATOyê. Li gorî vê teorî û doktrîna Truman serkêşî û herwiha navenda xeta kesk an jî kembera kesk Tirkiye bû. Armanca kenbera kesk, welatên olên wan îslam Îran, Azerbeycan, Afganistan, Tirkmenistan, Tacîk, Ozbek, Kazax û Qirgîz kişandina ser xeta xwe bû û herwiha di nava axa Rûsyayê de jî tatar, çeçen û ên din dijî sîstema Sovyetê hatine rêxistinkirin. Di encama vê xebatê de di 1979an de li Îranê sîstema teokratîk hat ser desthilatê. Humeynî bi balafira Fransayê bi destê ewropiyan hat Tahranê li ser şoreşa gelên Îranê rûnişt. Li Afganistanê li dijî partiya desthilat a sosyalîst a Necîbullah hêzên îslamîst Talîban, El Qaîde hatine rêxistinkirin û bi destê wan rêveberiya sosyalîst hat rûxandin. 

Di 1990an êdî Yekitiya Sovyetê ji teqet ket, bêy ku fîşekekî biteqe hilweşiya û sîstema bi xwîna mîlyonan avabûbû di nava salekê da ji holê rabû. Doktrîna Truman a şerê sar, piştî tekoşîna 40 salî ji 3/1 welatên sosyalîst bêyî ku fîşekekî biteqînin belav kir, xwe di nava xwe da hev parçe-parçe kirin. NATO, bey ku şer bike şer qezenckir. Yugoslavya bû 4 parçe, Almanya a du parçe bû yek dewlet, Yekitiya Sovyetê bû 16 welat. Bêguman ev berbelavbûn bi hêsanî nebû, gelên ku li dijî faşîzma Hîtler pêkva şerkiribûn bi navê ol û nîjatperestî li hemberî hev şerên xwînavî pêk anîn. Berhemê xwînavî yê herî dawî şerê ermen û azerî bû, herwiha şerê Ukranya û Rûsya hê jî berdewam e. 

Civîna NATOyê û stratejiya nû ya li hemberî Rûsya û Çînê

Hinde şîrovê ji bo ku ji roja îro re eynîkekî bigre, an jî fêmkirinê hêsan bike hat kirin. Civîna NATOyê ya 7 û 8ê tîrmeha 2026an ya li Enqereyê bi wateyekî din doktrîna Truman a Şerê Sar guncav kir. Li gorî vî şerê hibrît rola sereke dan tirkan da ku bi navê NATOyê argumanên olperestî û nîjadperestî li dijî Îran, Çîn, Rûsya, gelên misliman û tirkî tevger bike. Li gorî vê stratejiya şerê hîbrît li hemberî Rûsyayê û Çînê şerekî bênavber, demdirêj bi “stratejiyekî sebrê” xistine meriyetê. Lê ji bo vê pêwîste astengiyên li ser rê bên paqijkirin, an jî bên qontrolkirin. Ermenistan bi şêwazekî şêwazan ket bin qontrolê, di encamê de rêvebiriya Ermenistanê êdî bê hêzên ewropî nikare ti tiştekî bike. Azerbeycan, berdêla Qarabaxê tirk û rojavayî-NATO çi bêje giranî dê pêk bîne. Welatên wek Kazakistan, Kirgizistan, Tirkmenistan çendî tekiliyên wan bi Rûsya re aborî, çandî jeostratejîk hebin jî lê tirk wek hêzekî tarî, qontra di nava wan de pêvajoya şerê sar û ji 1991 ji vir de xwe rêxistin kiriye. Herwiha di nava Rûsyayê û nava civakên misliman de jî zemîna xwe kêm be jî heye û ava dike. 

Şikandina Îranê û armanca Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan

Lê ji bo Rûsyayê dorpêç bikin, an jî di nava wê de alozî û zemînê parçebûnê çêbikin beriya hertiştî pêwîst e Îran teslîm bê girtin. Yanî, heger îrada Îranê ya heyî bişkê, wê teslîmê polîtîkayên NATOyê bibe. Niha şerê li hemberî Çîn û Rûsyayê li Îranê tê meşandin. Îran bişkê êdî sengerê şer dikeve deriyê Kafkasan heta Asya Navîn. Di şerê li hemberê Îranê de armanc û stratejiya tirkan ew e ku kurd bi senaryoya hilweşandina Îranê mafê siyasî negirin, li gorî tirkan, bi taybet jî herêm û bajarê Ûrmiye çi dibe bila bibe pêwîst e kurd li wê heremê nebin hêza siyasî, eskerî. Li gorî tirkan, ev herêm bikeve destê kurdan deriyê tûranîzmê heta hetayî wê bê girtin. Ji bo vê stratejiya tirkan a jeoplîtîk li ser vê derê ye. 

Piştî civîna NATOyê ya li Enqerê Ukranya dest bi hedefgirtina çavkaniyên aborî yê Rûsyayê kir her diçe van êrişên ser aboriyê zêdetir dike, herwiha çalakiyên terorî û teqandinê hemberî cîhên sîvîl hatin pêkanîn û hedefên aborî yên sivîl tên armançkirin. Di van êrişen de gelek zirarên madî çêbûn û wendahiyên jiyana sîvîla pêk hat. Lê ya herî balkêş û bala raya Rûsya dikşîne tevgerên kes û rêxistinên îslamîst derûdora Rûsya û di nava wê da pêş dikeve. Herwiha li Kafkasan têybet li Ermenistanê û Azerbeycanê dijî Rûsyayê xebat pêşdikevin. Ev liv û tevgerên ne diyar, an jî liv û tevgerên diyar lê xwedî nediyar, hemû navnîşanên wan giştî dertê Enqerê. Ji ber vê heta niha nakokiyên Rûsya û tirkan çendî hebûn jî nedidan der, lê tişta diyar e êdî ev nakokî vediguherin alozî, rikberî û dijminahiyê. 

Meylên dîrokî û rîska ‘xefka Enver Paşa’

Niha pirsek peyda dibe ku pêvajoya şerê sar û pêvajoya îro wek hev in yan na? Bêguman na, ne wekhev in. Herwiha rewşa bîrdozî, siyasî û leşkerî ya vê demê niha ne wek hev in. Baş e tirk çima ketine vî şerê cîhanê yê 3yem? Rola hespê trûva di nava gelên îranî û Kafkasan de heta Asya Navîn çi ye! Ma Tirkiye wê bikaribe vî barî rake û serkeve? Hêzên beranberên wê Çîn, Rûsya û Îran ne hêsan in, an jî hêzên rêzê ne! Amûrên di destê tirkan de panîslamîzîm û turanîzîm e. Lê ev her du hêman, an jî arguman hemberî Çînê ti tesîra wê nîn e û dê nebe. Li hemberî Îran wek bîrdoziya îslamê Îranê bi xwe ew e û Îran şîa ne, tirk sunî-hanîfî ne. Ev herdu mezhep 1400 sal in hev dikujin, xwîna hev vedixwin. Di destê tirka de amûrê tirkîzim-turanîzim dimîne lê azerî şîa ne, tirkmen sunî ne lê ji mesebê henbelî ne. Herwiha li Îranê Kafkas û havzaya behra Hazarê bi dehan nîjad û olên cuda cuda hene, yanî li pêş tirka girseyekî homojen nîn e. Li Asya Navîn çendî tirk xwe rêxistinkirîbin jî di encamê de rêxistinên Rûsya û Çînê ji tirkan zêdetir in ne kêmtir in. Herî dawî zemîna nava axa Rûsya, gelên ola misliman pir in, lê berbelav in, komî kêm in û bi dehan nasnameyên gelên cuda misiliman bin jî lê di encamê de giranî dijberê hev in, hêmana bi navê îslam tu carî li hemberî Rûsayayê bi awayekî kolektîf refleksên wan ê derneyê pêş. Baş e ev zemînê objektîf îznê nade tirk rola ku 1952yan şûnde heta 1991an li dijî sovyetê lîstîbû roja îro jî dest bide. Berovajî bêhtir ê tirkan ber bi xefkekî wek Enver Paşa bikşîne û dawiya xwe bîne. 

Pêdiviya kurdan bi dîplomasiya asîmetrîk û stratejiya xweser heye

Baş e tirkan çima ev bîryara NATOyê ya li dijî Rûsya ji dil û can pejirandin? Di berdêla wê de çi hildan? Bawerim pêşeroj da evê zelal dokumanên fermî derên holê, lê ya diyar tirkan guherankariya vê sed salê de ji NATOyê garantiya statûya kurdan a siyasî çênebe girt. Ji kurdan re tenê mafên çandî naskirin hat pejirandin. Weteyekî din armanca wan, para kurd vê sed salê tenê dikarin li defê xin û govendê bigrin. Derencam, dewleta tirk hilweşandina şerê li ser Îranê erkekî ser navê NATOyê hilgirtiye. Li gorî vê erkê di nava xebatekî de ye û ev xebatên wê ji aliyê Îran û Rûsyayê ve tê zanîn. Herdu welat jî êdî dijberê tirkan ketine nav tevgerê, Ukranya û Behra Rêş heta Gurcistan, seranserê Xazarê êdî şerekî vekirî, nevekirî, îstîxbarî, aborî hatiye destpêkirinê. Yanî diyar e qada şerê heyî rojhilatê Behra Spî li seranserê Rojhilata Navîn, Kafkasan dilerîzîne. Kurdistan jî, di vê binelerizandinê de navend e. Kurdistanê, kurd hêzên dijberê hev tekoşîn dikin kurdan wek ku êdî çawa bikin ku wek armurekî bixin nav pergala xwe, an jî eniya xwe. Pêvajoya pêş me, mijara kurd û Kurdistanê di qada navneteweyî de wê bêhtir bikeve rojevê. Li kulisên dîplomasiyan gotinên popîlîst wê derên pêş, lê em bizanibin ku di şerê hîbrît de herkes karê xwe dike. Polîtîk nermbûyîn, kurahiya eskerî û rêxistinkirina xwecihî pêşxistin wê kurdan bibe serkeftinê. Lê qelîştokên di nakokiyên hêzan de herikandin, sudê jê girtin pisporiya polîtîk e. Pêwîst e kurd dîplomasiyekî asîmetîrk bimeşînin. Tirk, qumarê dilîzin da ku îznê nedin kurd di vê sed salê de bibin xwedî mafên xwe. Dujimin e lome nabe! Werçerxana cîhana îro gelek deriya vedike, vekirî hiştiye, a girîng em kurd xwe bêçare nehêlin, bikaribin navika xwe bi xwe bibirin. Dujminê vê serdemê, yek alî fikirandin û yek stratejî ye, statîk mayîne. Berovajî, herikbar, piralîbûyîn stratejiyekî her tim raperîn û sazûmankarî pêkve pêşxistine.