Di rotayên petrolê de hevsengiya Başûrê Kurdistanê

Ji ber krîza li Hurmuz û Bab el-Mendebê, welatên hilberîner berê xwe didin rêyên alternatîf û di vê pêvajoyê de Başûrê Kurdistanê bi binesazî û pozisyona xwe ya jeopolîtîk bû cihekî girîng.

•
1 deqe xwendin
Di rotayên petrolê de hevsengiya Başûrê Kurdistanê

Şerê DYA-Îsraîl û Îranê, bi mehan e bûye sedem ku li seranserê cîhanê krîzeke petrolê çêbibe. Lê belê kontrola fiêlî ya Îran û Hûsiyan a li ser Tengava Hurmuz û Bab el-Mendebê,  herka petrolê ya gerdûnî ji binî ve guherand. Girtina van her du rêyên ku rojane 15-20 milyon warîlên petrolê jê derbas dibin, buhayê petrolê zêde dike û welatên hilberîner berê xwe didin rêyên alternatîf.

Iraq piştî xeta Kerkûk û Ceyhanê  hewl dide ku rêya Basra-Hadîse-Baniyasê zindî bike. Welatên weke Erebistana Siûdî, Îmarat, Umman, Tirkiye, DYA û welatên Ewropayê jî rêyên xwe yên derketin û peydakirinê xurt dikin. Di vê pêvajoyê de Başûrê Kurdistan hem li gel pozîsyona xweya jeopolîtîk hem jî li gel binesaziya xwe bû cihekî girîng.  Başûr a ku hêzên serwer bi salan e veguherandine qada bazirganiya siyasî, weke yek ji çareseriya krîzê ya herî bi lez derdikeve pêş.

Hurmuz û Bab el-Mendeb

Ji Tengava Hurmuzê a teng a ku ji Kendava Basrayê ber bi Kendava Ummanê ve vedibe rêya nêzîkî ji sedî 20’ê bazirganiya petrolê ye. Dorpêça Îranê ya fiêlî trafîka tankerê di asteke mezin de daye sekinandin. Di heman serdemê de êrîşên hêzên Hûsiyên li Yemenê yên li ser Behra Sor û Bab el-Mendebê rêya berbehs tengavtir dike. Mesrefên sîgorte û buhayên barên keştiyan zêde bûn; kirêkirina tankeran a rojane gihîştiye milyon dolarekê.

Her wiha Kanala Suweyşê rehetbûneke biçûk dabîn kir. Lê belê jiber ku tankerên herî mezin qebûl nake veguhastina li ser Xeta Borîyê ya Sumedê veguherî neçariyekê. Rotaya Nîvgirava Umîdê ewle ye, lê belê rê 10-15 rojan dirêjtir û buhatir e. Di van şert û mercan de alternatîfên xeta bejahî û boriyan veguherîn neçariyekê.

Xeta Rojava-Rojhilat a Erebistana Siûdî

Xeta Boriyê ya Rojava-Rojhilat (Petroline) a di sala 1981’an de hate çêkirin, rêya herî krîtîk a derketinê ya Erebistana Siûdî ye û bi rojan e di hedefa Hûsiyan de ye. Xeta nêzîkî 200 kîlometreyan a ji Abkaykê heya Lîmana Yanbu a li Behra Sor dirêj dibe, bi temamî di nava xakên Siûdiyan de ye. Pergal bi du boriyên hevrast ên bi mezinahiya 56 û 48 înçan pêk tê û 13 stasyonên wê yên pompeyê hene. Kapasîte, li gel veguherandina barkêşiya petrola xav a xeta hevrast rojane derkete 7 milton warîlan. Kapsîteya barkirina termînalên Yanbuyê jî di pratîkê de derora 4-4,5 milyon warîl in.

Di serdema krîzê de kapasîteya xetê tam hate vekirin. Beşeke mezin a petrolê Hurmuz ji dewrê derxist û ji Yanbuyê re veguhastin. Lê belê tankerên ji Yanbuyê derbasî Asyayê dibin divê ji Bab el-Mendebê derbas bibin. Erebistana Siûdî ji ber dorpêça Hûsiyan berê petrolê da aliyê bakur, li ser Suweyş û Sumedê derbasî Behra Spî dike. Her çend ev rota dirêj û buhajî be ‘’ewletir’’ tê qebûlkirin.

Xeta Boriyê ya Habşan-Fuceyre (ADCOP) a Îmaratê jî Hurmuzê ji dewrê derdixe.  Xeta 360-400 kîlometreyî, rojane 1,5-1,8 milyon warîlan dikêşe.  Lîmanên Duqm û Sohar ên Ummanê jî avantajeke erdnigarî pêşkêş dikin.

Projeya Iraqê ya Basra-Hadîse-Baniyasê

Iraqê piraniya petrola xwe ji termînalên kendavê yên li Basrayê dişand. Dorpêçkirina Hurmuzê, şandina 3-3,6 milyon warîlan a bi rojana hema bibêjin sekinand. Ji bo demkurtiyê tekane alternatîfa xwedan erk bû Xeta Kerkûk-Ceyhanê.  Ji bo demkurtî û demdirêjiyê jî Projeya Basra-Hadîseyê derdikeve pêşiya me.

Xeta ji Basrayê ber bi Hadîseya (Haditha) li bajarê Anbarê ve dirêj dibe, nêzîkî 700 kîlometreyan dirêj e û kapasîteya wê rojane weke 2-2,5 milyon warîlan hate avakirin.  Ji vir wê ji sê aliyan ve biçe; ji bakur wê li ser Pêşxabûr ve ber bi Lîmana Ceyhan a Tirkiyeyê, ji rojava wê derbasî Lîmana Baniyas a Sûriyeyê bibe  û ji başûrrojava ber bi Lîmana Akabe ya Ûrdinê ve. Tê texmînkirin ku kapasîteya aliyê Baniyasê di navbera 700 hezar û 1,5 milyon warîlan de ye.

Lê belê proje binesaziya nû hewce dike. Tê diyarkirin ku wê Xeta Kerkûk-Baniyas a di sala 1952’yan de hate çêkirin, ji nû ve were avakirin. Tê texmînkirin wê çêkirina wê 2 yan jî 4 salan berdewam bike. Şîrketa Qeterê ya bi navê UCC Holding, yên DYA’yê yên bi navê Chevron û TI Capital xebatên fîzîbîlîteyê yên konsorsiyûmê bi rê ve dibin.

Dema ku ev xet hate temamkirin wê Iraq petrola xwe ya li başûr ji Hurmuzê serbixwe bikaribe derbasî Behra Spî û Behra Sor bike.  Proje weke jeopolîtîk girêdaniya Tirkiyeyê kêm dike û wê li ser Sûriyeyê derketina Behra Spî xurt bike. Her wiha wê di hevsengiyên hêzê yên herêmî de qada Bexdayê berfireh bike û giraniya stratejîk a Hurmuzê ji bo demeke dirêj lawaz bike.

Planên Tirkiyeyê

Tirkiye, krîza heyî weke derfeta xurtkirina pozîsyona korîdora enerjiyê dibîne. Tirkiyeya ku dixwaze xeta Kerkûk-Ceyhanê beha Basrayê bê dirêjkirin, di rastiyê de armanc dike ku petrola başûr a Iraqê jî derbasî Behra Spî bibe. Derbaskirina xaza Qeterê ya ji bo Tirkiyeyê ya li ser Erebistana Siûdî, Urdin û Sûriyeyê û derbaskirina xaza Tirkmenistanê ya ji bo Ewropayê ya li ser Hazarê jî di nava planên sereke de cih digirin.  Dixwaze Lîmana Ceyhanê ji rewşa xala transît derxîne  û wê bike navenda depokirin, rafînaj û belavkirinê. Armanc dike ku li gel xurtkirina projeyên ‘’Korîdora Navîn û Rêya Pêşketinê’’ û rêyên bejahî û hesinî yên Asya-Ewropayê hem di herka petrolê de hem jî ya bazirganiyê de bibe welatekî girîng.

DYA û Ewropa çi dikin?

DYA, kêmkirina girêdaniya ji Hurmuzê re weke pêşaniya stratejîk dibîne. Bi rêya şîrketên Chevron û yên din piştevaniyê dide projeyên Basra-Hadîse-Baniyasê yên li Iraqê û dewama wê ya ber bi Ceyhanê ve. Kontrola vegugastinên di navbera keştiyan de yên li peravên Umman û Fuceyrê dabîn dike.  Têkiliyên rêyên bejahî û behrî yên weke Hindistan-Rojhilata Navînû Korîdora Aborî ya Ewropayê (IMEC) dilezîne û armanc dike ku ji bo demeke dirêj girîngita tengavê kêm bike.

Ewropa jî di pozîsyona mezêxeriyê de berê xwe dide curetiya peydakirinê.  Yekîtiya Ewropayê (YE) a ku qebûl dike rîska Hurmuzê bi awayekî rasterast gefan li ewlehiya enerjiya Ewropayê dixwe, bi awayekî eşkere rotayên Behra Spî (Ceyhan û Baniyas) û Korîdora Navîn teşwîq dike. Li gel ku rezervên petrolê yên stratejîk dixe dewrê, weke dîplomatîk û fînansî jî piştevaniyê dide xetên boriyan û korîdorên bejahî yên li ser Tirkiyeyê derbas dibin. Tê diyarkirin ku divê di asta Komîsyona Ewropayê de rêyên alternatîf ên enerjî û bazirganiyê werin lezandin, di vê çarçoveyê de rola Tirkiyeyê ya transîtbûnê dûrî rîskên Hurmuz û Rûsyayê dibe perçeyekî girîng ê lêgerîna ewlehiya pêşkêşkirinê.

Girîngiya Başûrê Kurdistanê zêde dibe

Li Başûrê Kurdistanê ku di krîza enerjiyê yagerdûnî de balê dikşîne ser xwe hilberîna petrolê li çend qadên sereke zêde dibin. Ji van ya herî mezin, qada Xurmele ya li başûrrojavayê Hewlêrê ye. Qada Teq Teqê li nêzîkî Hewlêrê ye, qadên Tawke û Pêşxaburê li bajarê Duhokê ne û li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ne. Hilberîna lîsansa Tawke-Pêşxaburê derdora 60-80 hezar warîlan e. qadên Serseng, Etrûş û Şêxanê jî li herêmên Dihok û Hewlêrê ne.

Rêyên îxracatê jî bi vî rengî ne: petrola ku ji Teq Teq û Tawkeyê tên derbasî Xurmeleyê dibe û ji wir jî li ser Dihokê derbasî Deriyê Sînor ê Pêşxaburê dibe.  Li vir bi xeta boriyê ya Iraq-Tirkiyeyê ve tê girêdan û diherike lîmana Ceyhanê. Xeta sereke ya Kerkûk-Ceyhanê 970 kîlometreyan dirêj e. Ev xet, di salên 1970’yan de kete dewrê. Di salên 2013-2014’an de rêveberiya Başûr xeta xwe li ser Teq Teqê, Xurmele û Duhokê ber bi Pêşxaburê ve diçe, ava kir û derfeta îxracata serbixwe afirand.  Li gel biryara xurtkirinê ya sala 2023’yan xet du sal û nîvan hate girtin lê belê di dawiya sala 2025’an de ji nû ve vebû.

Piştî krîza Hurmuzê dema ku termînalên Basrayê hatin girtin, korîdora bakur a li Başûr bû tekane rêya demkurt a Iraqê. Bexda neçar ma ku pertola Kerkûkê li ser xeta Başûr ber bi Ceyhanê ve bişîne.  Ev yek ji nişka ve bû sedem ku girîngiya rêveberiya herêmî zêde bibe. Her wiha ger xeta Basra-HadîseûCeyhanê bikevin dewrê, petrola Başûr jî dikare ji vê korîdorê derbas bibe.

Rotayên tên tercîhkirin

Piştî Hurmuz û Bab el-Mendebê herî zêde xeta li ser Rojava-Rojhilat a Siûdiyan ber bi kombînasyona Yanbu û Sumed-Suweyşê ve hate tercîhkirin. Xeta Fuceyre a Îmaratê ji bo bazarên Asyayê gelekî girîng e. Ji bo Iraqê Kerkûk-Ceyhan weke alternatîfa herî baş ma û Basra-Baniyas jî weke çareseriya heya demekê derdikeve pêş.

Bi kurtasî krzên gerdûnî, hesasbûna rotayên behrî yên heyî  nîşan dide û alternatîfên xetên bejahî û boriyan  di lêgerîna aramiya gerdûnî de dikin vebijarekeke girîng. Başûrê Kurdistanê di vê mîmariya nû ya enerjiyê de ji xeta transît a herêmî wêdetir, di hevsengiyên herêmî û muzakereyên li gel Bexdayê tên birêvebirin de weke aktoreke ku giraniya wê tê hîskirin, derdikeve pêş.

Di pêvajoya li pêşiya me de rewşa ewlehiya sînor û lêgerînên lihevkirina navxweyî yên têkildarî parvekirina dahatan di nava faktorên ku wê rola pêşerojê ya daxwaza enerjiyê ya gerdûnî û girîngiya stratejîk a herêmê diyar bikin de cih digirin.

Nûçe: Gurbet Sarya / ANF