Di rêya Jin Jiyan Azadîyê de

Tovê Jin Jiyan Azadiyê bi fedakarî, hewldan û berxwedana bi deh hezaran cangoriyên ku li serê çiyê, li kolananên bajarên Amedê, Kobanê, Hewlerê, Mexmûrê, Sine, Kirmanşahê, Stenbolê, Rîzeyê, Ewropayê, li heps û zîndanan û hwd li ber xwe dan, belav bû.

•
1 deqe xwendin
 Di rêya Jin Jiyan Azadîyê de

Civaka kurd di meha îlonê de jî li gelek bajarên Bakur, bi pêşengiya MEBYA-DERê cangoriyên xwe yên ku di dîrok û cihên cihêreng de bûne rêwiyên şehadetê, oxir dike. Rêza konên cangoriyan rêwiyên azadiyê ji paytexta Kurdistanê heta Wan, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Êlih, Colemêrg, Şirnex, Qers, Îdir, Erzirom û her wiha li bajarên Tirkiyeyê yên wek Edene, Mêrsîn, Ankara, Stenbol, Hatay û gelek bajarên din dirêj dibe.

Ber bi salvegera berxwedana JIN JIYAN AZADÎ ya ku li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqizê li ber serê mezela Jîna Emînî destpê kir û yek bi yek li Îran, Tirkiye, Afganistan, gelek bajarên Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîkayê belav bû, çûna li konê bîranînan bi hêztir dike.

Salvegera Jin Jiyan Azadî

Bêguman di salvegera berxwedana Jin Jiyan Azadî de oxirkirina bi sedan şehîdan, sekn û gotinên bi sedan dayikên cangoriyan baştir cihê xwe digre û bi watedar dibe. Deskeftiyên her yek ji me jinan, her kurdekî, her yek maleke li Kurdistanê bila bê zanîn ku bi saya vê felsefeyê û bi têkoşerên ji bo vê felsefeyê ketine rê de, hatiye avakirin. Bi vê minetdariyê rûye me dikare li her wêneyekî li ser maseyan û li rûyê dayikên laçik spî meyze bike.

Xwedî li şehîdên xwe derkevin

Li hemû bajarên ku xebera şehadetê gihişt ber guhên wan ji bo cangoriyên xwe dil û milê xwe vedikin, li her bajarekî bi hezaran kes serdana konên sersaxiyê dikin. Bi sed kezebî, bi sed axînî, bi hesreta dehan salan li wan xwedî derdikevin. 

Bi sedan gerîla ji bo gelê xwe, ji bo pêşeroja civaka xwe, ji bo çar aliyên Kurdistan û hemû civakên li ser axa Kurdistanê heyî li ber xwe dan, têkoşiyan û di vê rêyê de canê xwe dan. Civaka kurd bi minetdarî, bi hesret û bi dilekî tije xwedî li wan û soza wan derdikeve.

Di her bîranînekê de yek deng

Hema bêje li her bajarên wek Amed, Wan, Sêrt, Mêrdîn ji devê her dayik û malbatên şehîdan gotin û hevokên “Bila serê Serok sax be, bila serê Kurdistanê sax be, bila serê gelê kurd sax be, bila êdî aştiyek ava bibe û ciwanên me gelê me şehîd nekevin. Şehîd namirin, va ne tev di dilê me de ne” bi dehan gotin, hest û tilîliyên bi vî rengî di her maleke de, li ser her maseyekî ku wêneyên gerîla lê hatine dayîn de ji devê dayik, jin, ciwan û gelê welatparêz, derdikeve mirov dibihîze.

Dayikên laçikspî

Di van cihên konên ji bo bîranîna cangoriyan hatine dayîn de bi sekn, gotin, fikr û baweriya xwe herî zêde dayikên laçikspî bala mirov dikişînin. Ew dayikên ku bi destpêka têkoşîna Tevgera Azadiyê re pêla berxwedanê bi rêxistinbûna xwe, bi têkoşîn û liv û tevgera xwe, bi hêztir kirin li her bajar û cihên lê şîn hatî dayîn de, careke din berê me dan cih û warên fikrên li ser rêya heqîqeta cangoriyan. 

Daxwaza aştiyê

Herî zêda wan ji bo cangoriyên azadiyê carinan li kolanan di çalakiyan de, carinan di îşkenceyan de carinan wek mertalên zindî li ber deriyên sînoran û carinan jî di nav siyasetê de ji bo aştiyek bê avakirinê, li ber xwe da. Û dema ku navê bi hezaran cangoriyan hat parvekirin jî yên çarika xwe ya spî dan serê xwe û di nav bîranînan de cih girtin, li hemû êşa kezeba xwe jî bangên ji bo aştiyê kirî, xwedî li pêvajoya 27ê sibatê derketin dayikên laçikspî bixwe bûn. 

Dayikek û 3 kezeb

Li gel ku, di bîranînên komî de li ber maseyên wêneyê şehîdan xwe jî her ji devên wan tenê gotinên ‘êdî bila aştî bêavakirin, ciwanên kurd şehîd nekevin, serokê me azad bibe, heps û zîndan vala bibin’ derketin. Di bîranîna Amedê de yek ji dayikeke ku li ser maseyê lê wêneyê sê cangoriyên hebûn têra xwe vê sekn û fikra dayikên laçikspî berxwedana wan, têkoşîna wan a ji bo gelê Kurdistanê nîşanî mirov dide.

Bi Jin Jiyan Azadî

Ji destpêka hefteya pêşî ya tebaxê ve di tevahiya têkoşîna Tevgera Azadiyê de hejmara 27 hezar cangoriyên Kurdistanê hat parvekirin. Di rêwitiya ji bo pêşerojeke azad de têkoşîna ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 50 salan bê henesa dewam kirî bi navê JIN JIYAN AZADÎyê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê belav bû.

Xwedîderketina li cangoriyan

Tovê Jin Jiyan Azadiyê bi fedakarî, hewldan û berxwedana bi deh hezaran cangoriyên ku li serê çiyê, li kolananên bajarên Amedê, Kobanê, Hewlerê, Mexmûrê, Sine, Qirmanşahê, Stenbolê, Rîzeyê, Ewropayê, li heps û zîndanan û hwd li ber xwe dane, belav bû. Xwedî derketina li vê dozê divê di dil û mejiyê me ‘yên mayî’yan de were çikandin ku xwedîderketina hemû nirxê wan cangoriyan e.

li ber xwe dan dîrok nivîsandin

Li ber serê her cangoriyekî, di rûyê her wêneyekî li ser maseyên li cihê bîranînan de, li ber her dayikeke çarik spî ku ser û binê gotinê wan ‘Keç û lawê min şehîdên doza gelê xwe ne, bila serê Rêber Apo û hemû Kurdistanê sax be’ de divê em qet ji bîr nekin ku bi deh hezaran li ber xwe da, li ser vê axê. Navê berxwedanê bi navên xwe, bi kenê xwe, bi sekna xwe ya canfedayî bi watetir kirin. Di rûpelên dîroka têkoşînê de navê felsefeya ku ya niha li tevahiya cîhanê belav dibe ango navê têkoşîna JIN JIYAN AZADîyê nivîsîn. Wan li ber xwe da li hember hemû êrîş û çekên giran yên kimyewî û dîrok nivîsandin.