Di lêpirsîna Yazicioglû de 25 kes hatin binçavkirin
Hat ragihand ku di lêpirsîna der barê mirina Muhsîn Yazicioglû de 25 kes hatine binçavkirin.

Wezîrê Dadê Akin Gurlek, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal têkildarî lêpirsîna der barê qezaya helîkopterê ya serokê Giştî yê BBPê Muhsîn Yazicioglû de daxuyanî da.
Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de li Enqere, Stenbol, Îzmir, Balikesîr, Edene, Antalya, Çanakkale, Bûrsa, Isparta û Afyonê 29 gumanbar hatine tespîtkirin ku sûcê ‘rêxistina terorê ya çekdarî ava kirine û bi zanebûnî kes kuştine’ kirine.
Gurlek ragihand ku 25 gumanbar hatine binçavkirin û 2 kes di girtîgehê de ne û 2 jê jî li derveyî welêt in.
Hat ragihandin ku lêpirsîn di 12ê hezîranê de ji Mereşê dewrî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatiye kirin û di koordinasyona Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ve li gelek bajaran operasyon hatine kirine.


