Di lêpirsîna Narînê de Îsa û Şeyma Kaya hatin berdan
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê 19 roj piştre di 8'ê îlonê de hat dîtin.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê 19 roj piştre di 8'ê îlonê de hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna Guranê de Îsa û Şeyma Kaya di 15’ê îlonê de hatibûn binçavkirin.
Her du kesên behsa xeberê bi sûcdariya “Berê lêpirsînê guherandine” hatibûn binçavkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.
Hat zanîn ku îfadeyê jinmama Narîn Guranê ya bi navê Hediye Guran ku di 15’ê îlonê de hatibû biçavkirin, hêj didome.


