Di lêpirsîna Gulistan Dokû de 18 kes hatin binçavkirin

Di lêpirsîna Gulistan Dokû de biryara binçavkirina 19 kesên din hate dayin. Polîs jî di nav de 18 gumanbar hatin binçavkirin.

•
1 deqe xwendin
Di lêpirsîna Gulistan Dokû de 18 kes hatin binçavkirin

Di lêpirsîna têkildarî Gulistan Dokû de ku sala 2020î li Dersimê hate windakirin, li 15 bajaran biryara binçavkirina 19 gumanbaran hat dayin.

Di lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erzîrûmê ve tê meşandin, li 21 navnîşanan 18 gumanbar hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku binçavkirî li qereqolê têne ragirtin.