Di konsera Rojda de deh hezar kom bûn
Li Semsûrê di konsera hunermend Rojda de deh hezar kom bûn û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Hunermend Rojda li Semsûrê konserek da. Di konserê de ji bilî xelkê herêmê, ji Riha û Amedê nêzî deh hezar kom bûn. Deh hezar kesên li qada konserê kom bûn, dovîzên “Jin, jiyan, azadî” qad xemilandin. Dema ku Rojda derket ser dikê, coşa li qadê gihîşt asta jor. Rojda ewil endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û strana “Tirêna Kurtalanê” ji bo Onder got. Girseyê li qadê bênavber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û bi stranên Rojda govend gerandin.
Konser bi coşeke mezin bi dawî bû.


