Di hefteya 140î de kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ didome
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 140î de didome û hat ragihandin ku hejmara girtîgehên beşdar gihîştiye 66an, her wiha di meha dawî de herî kêm 79 kes hatine darvekirin.

Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku li dijî biryarên darvekirinê û zextên li girtîgehan hatibû destpêkirin, di hefteya xwe ya 140î de berdewam dike.
Di daxuyaniyê de, hat ragihand ku hejmara girtîgehên ku beşdarî vê kampanyayê dibin gihîşt 66an. Girtî her hefte roja Sêşemê dikevin greva birçîbûnê.
Li gorî agahiyên kampanyayê, di navbera 23yê Tebaxê û 22yê Îlonê de herî kêm 79 kes hatine darvekirin. Hate ragihandin ku di nav kesên hatine darvekirin de 6 jin û 10 welatiyên Beluç jî hene.
Her wiha hate eşkerekirin ku li girtîgeha Meşhedê ji bo Mahbube Şabanî ya ku di dema xwepêşandanan de hatibû girtin biryara darvekirinê hat dayîn. Hate diyar kirin ku nêzî 200 girtiyên siyasî û baweriyê jî bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne.
Kampanyayê, bi destpêkirina sala nû ya perwerdeyê re, xwendekar, mamoste û akademîsyenên ku di têkoşîna azadî û wekheviyê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî bibîranîn.
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ banga xwe ya ji bo rawestandina darvekirinan û piştevaniya bi girtiyan re careke din nû kir.


