Di doza Doku de 15 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna dosyeya Gulistan Doku de hevjîna waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.

•
1 deqe xwendin
Di doza Doku de 15 kes hatin binçavkirin

Di dosyeya Gulistan Doku de pêşketinek nû rû da. Hevjîna Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel ku hatibû girtin, û 3 bijîşk jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriyên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê bi rê ve dibin de li Xarpêtê, Meletiyê, Enqereyê, Stenbolê û Dêrsimê operasyonên hemwext hatin kirin. Di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, hevjîna Tuncay Sonel, Handan Sonel, kesek ku tê gotin mudaxileyî telefona Doku kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. Binçavkiriyan birin midûriyetên polîsan.