Di 8 mehan de li Sûriyeyê 118 jin hatine qetilkirin

SOHRê ragihand ku di 8 mehên îsal de li Sûriyeyê 118 jin di encama şer û tundiya çekdarî de hatine qetilkirin

•
1 deqe xwendin
Di 8 mehan de li Sûriyeyê 118 jin hatine qetilkirin

Ji ber kaosa ewlehiyê ya berdewam, tundî û bandorên mayînde yên salên şer, li Sûriyeyê herî zêde jin berdêlan didin. Belge nîşan didin ku jin li herêmên curbecur hê jî rastî rewşên bi xeter tên.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku ji destpêka sala 2026an ve heya dawiya Tebaxê li deverên cuda yên Sûriyeyê 118 jin bi êrişên çekdarî, şerê mezhebî, navxweyî û gulebaranên bêserûber hatine qetilkirin. Daneyên SOHRê bi awayekî berfireh tundiya li dijî jinan eşkere dikin û nîşan didin ku bi bermahiyên şer û tundiya çekdarî gelek jin dibin hedef. Çarenûsa gelek jinan hê jî nediyare, piştî dîtina şeş cenazeyên jinan di gorên komî de û mirina yên din di bin şert û mercên nezelal de ne.

Li gorî belgeyên ku ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hatine weşandin, Heleb bi 37 jinan di rêza yekem a lîsteya bajarên ku herî zêde jinên hatine qetilkirin de ye. Li gundewarên Şamê 17 jin, li Humsê jî 11 jin hatin qetilkirin. Hejmara li parêzgehên din jî wiha ye: Reqa 8, Suweyda 8, Hesekê 7, Idlib 6, Dêra Zorê 6, Lazkiye 5, Hema 4, Şam 3, Deraa 3 û li Tertûsê jî 3 jin hatin qetilkirin.

Meha Çileyê meha herî jin hatine qetilkirin hate tomarkirin

Li gorî daneyên ku ji aliyê SOHR’ê ve hatine belavkirin li gorî mehên salê, hejmara herî zêde di maha Çileyê de bûye. Di vê mehê de 33 jin hatine qetilkirin. Di meha Tîrmehê de 16, Gulan 15, Hezîranê 13, Tebaxê 10, Nîsanê 9 û Adarê 7 jin hatin qetilkirin.

Ev hejmar nîşan didin ku jinên Sûriyeyî dibin hedefa şerê ku bi salane didome. Bi hebûna çekên bê kontrol, texrîbatên şer, dabeşbûnên civakî, şerê navxweyî û tundiyê re rûbirû dimîna. 

Rayedarê SOHRê piştrast dike ku her çendî welat ber bi qonaxeke nû ve diçe û divê bi ewlehî û aramî pêk were jî; qetilkirina 118 jinan di heşt mehan de nîşan dide ku bandorên şer bi rawestandina dijminatiyê bi dawî nebûne û tundî bi awayên cûrbecûr li ser jiyana sivîlan berdewam dike.