DFG: Divê kijerên Nagihan Akarsel bên cezakirin

DFGê rojnamevan û akademîsyen Nagihan Akarsel bi bîr anî û xwest kujerê Nagîhan bê dîtin û cezakirin.

•
1 deqe xwendin
DFG: Divê kijerên Nagihan Akarsel bên cezakirin

Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta salvegera qetilkirina endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel ku di 4ê Cotmeha 2022yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFGê bertek nîşanî aşkeranekirina faîlan da û gotin: “Îsal jî weke hempîşe û şopdarên wê, em careke din bang dikin ku kujer bêne diyarkirin û darizandin.”

DFGê di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Di 4emîn salvegera mirina wê de em yek ji pêşengên Çapemeniya Azad Nagihan Akarsel bi rêz, hezkirin û hesrateke kûr bi bîr tînin. Têkoşîna azadiyê ku Nagihan Akarsel a ku digot ‘Ez serhatîperest im, cih nagirim’ di xwe de dest pê kiribû, îro ji bo bi milyonan jinan dibe rê. Jin, rojnamevanên ku şopdarên wê ne û xwendekarên ku jê ders wergirtine, xeyalên Nagihan Akarsel di têkoşîna azadiya jinê de zindî dihêlin. Pênûsa Nagihan Akarselê di hemû astên çapemeniya azad de nivîsandina xwe berdewam dike. Em careke din soza xwe nû dikin ku mîras û xeyalên ku Nagihan Akarsel ji me re hiştine zindî bihêlin.”