Devlet Bahçelî ji bo pêvajoyê tiştek negot!

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku di komcivîna partiya xwe de axivî derheqê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tiştek negot.

•
1 deqe xwendin
Devlet Bahçelî ji bo pêvajoyê tiştek negot!

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de li Meclisê axivî. Bahçeliyê ku gelek geşedanên di rojevê de nirxand, derheqê pêvajoyê de tiştek negot. Balkeş e ku ev çend hefte ne Devlet Bahçelî li ser pêvajoyê tiştek nabêje û ji aliyê MHPê ve jî bêdengiyek heye.