Desthilat Silêmaniyê û Hewlerê parçe dikin
Elî Heme Salih ragihand, niha di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de sînor hatiye çêkirin û xebat li ser parvekirina Herêma Kurdistanê tê kirin û got; “Bexda, Enqere û welatên cîran dixwazin Herêm qels bibe û bibe du rêveberî.”

Biryarderê Tevgera Helwest, Elî Heme Salih li Silêmaniyê îşev civîneke çapemeniyê lidar xist û qala gelek dosyayên gendelî û metirsiya parçekirina Herêma Kurdistanê kir. Elî Heme Salih anî ziman ku du mijarên girîng hene ku bi pêşeroja Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne û wiha got: “Mixabin, çend kêr li laşê Herêma Kurdistanê hatine xistin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê sînorê di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de girtiye û destûr nayê dayîn ku bi dehan kamyonên ku derman û pêdiviyan hildigirin ji xalên kontrolê yên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de derbas bibin. Ev yek bûye sedema nemayîna hinek cûrên dermanan li bazarên Germiyan û Silêmaniyê.”
Têkildarî plana parçekirina Herêma Kurdistanê di navbera îdareya PDK û YNK’ê de wiha got; “Ev tê vê wateyê ku sînor bi fermî di navbera YNK û KDP de hatiye xêzkirin. Dadgeh dabeş bûne û doz ji bo Hewlêrê nayên şandin. Dadgeha Îstînafê 42 doz xwestiye. YNK difikire ku ev dozane siyasî ne, ji ber vê yekê naşîne Hewlêrê. Xalên sînor, erd, ewlehî û hêzên leşkerî hemî hatine dabeşkirin. Ev tê wateya dabeşkirina Kurdistanê. Tenê tiştê ku dimîne ewe ku ev Herêma Kurdistanê bi fermî were dabeşkirin. Piştî 35 salan desthilatdariyê, ev destkeftiya her du hêzane ji bo gel.”
Elî heme Salîh da zanîn ku li tu deverek cîhanê desthilatdar nikarin qaçaxçîtiyê bikin û wiha berdewam kikr: “Ev her du hêz ji bo parçekirina vê Herêma Kurdistanê dixebitin. Bexda jî ji bo tunekirina Herêmê dixebite û Tirkiye û welatên cîran dixwazin ku Herêma Kurdistanê bibe rêveberiyeke ‘du-rêveberî’ ya qels.”
Biryarderê Tevgera Helwest, Elî Heme Salih di dawiyê de wiha got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dahata navxweyî naşîne Bexda ku ev yek dê bibe sedema derengketina mûçeyan. Ji ber ku ew dibêjin ‘ dahat kêm bûye.’ Lê neraste, dahata elektrîka Herêma Kurdistanê tenê vê mehê ji 100 milyar dînar derbas bû.”


