Desteya Wezîran a Iraqê pêşnûme qanûna Heşdî Şabî erê kir
Desteya Wezîran a Iraqê pêşnûme qanûna Heşdî Şabî erê kir û şand parlamentê. Her wiha ji bo pereyê Iraqê yê li Urdunê hate desteserkirin bê vegerandin jî komîteyek hate avakirin.

Piştî civîna Desteya Wezîran a Iraqê ya bi serokatiya Elî Zeydî, Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîr derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civîna Desteya Wezîran de projeyasa Heşdî Şabî pejirandin û ji bo parlementoyê hate şandin ku dengdan li ser bê kirin.
Hate diyarkirin ku di civînê de deng li ser projeyasa Daîreya Çavdêriya Tenduristiyê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî û projeyasaya Enstîtuya Plansaziya Bajar û Herêman a Ji bo Xwendina Bilind hat dayîn û ew jî ji parlementoyê re hatin şandin.
Dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya hewldanên rûbirûbûna gendeliyê û vegerandina wan pereyên bi rêyên neyasayî hatine bidestxistin, Desteya Wezîran biryar da ku bi serokatiya Wezareta Darayî û bi endamtiya Wezareta Derve û aliyên peywendîdar komîteyek bê avakirin ku ev komîte wê bi Urdunê re hemahengiyê bike da ku pere û milkên Iraqiyan ên li Urdunê vegerîne.
Hate destnîşankirin ku ji bo pişgiriya kerta pîşesaziyê, biryar hat girtin ku hinardekirina madenên sifir, alumînyum, qurşîn û hesin bi her şêweyî bê qedexekirin.
Her wiha hat ragihandin ku Desteya Wezîran komîteya fermana dîwanî hilweşand û Wezareta Derve raspart ku bi Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê re di hemahengiyê de be, da ku zanyariyên pêwîst derbarê wan kes û kompanyayên gumanbar de wergire.


