Desteya Şopandin û Tespîtê civîna xwe ya duyemîn li dar dixe

Desteya Şopandin û Tespîtê ya ku piştî derketina qanûna çarçoveyê li bin banê Cîgiriya Serokkomariya Tirkiyeyê hatibû avakirin, civîna xwe ya duyemîn bi serokatiya Cevdet Yilmaz û bi tevlêbûna wezîrên sereke, serokê MÎTê û sekreterê giştî yê MGKê li dar dixe; tê payîn ku piştî civînê daxuyanî ji bo raya giştî bê dayîn.

•
1 deqe xwendin
Desteya Şopandin û Tespîtê civîna xwe ya duyemîn li dar dixe

Desteya Şopandin û Tespîtê ku di bin banê Cîgiriya Serokkomariya Tirkiyeyê de ji bo şopandina pêvajoyê hatibû avakirin, îro civîn xwe ya duyemîn li dar dixe. Deste bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz li Qasra Serokkomariyê civîna xwe ya 2yemîn li dar dixe. Civînê di saet 09:30an de dest pê kir. Wezîrê Karên Dervê Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çîftçî, Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê Teşîkalata Îstîxbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalin û Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlehiya Millî (MGK) Oktay Memîş tev li civînê bûn.

Tê çaverêkirin ku piştî civînê Cevdet Yilmaz daxuyaniyekê derbarê civînê de bide.

Desteya Şopandin û Tespîtê piştî qebûlkirina qanûna çarçoveyê ya li Meclisê hatibû avakirin. Desteyê civîna ewil di 24ê Tebaxê de li dar xistibû.