Desteya Jinan a Cizîrê li Şamê pirsgirêkên nifûsê niqaş kirin
Nûnerên Desteya Jinan a Cizîrê li Şamê beşdarî panelê bûn û xwestek û hêviyên ciwanan ên ji bo siberojê û pirsgirêkên nifûsê gotûbêj kirin.

Piştî temamkirina pêvajoya entegrasyonê, Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî penelekê bû ku li Şamê ji hêla Komîsyona Malbat û Nifûsê ya Sûrîyeyê ya girêdayî Wezareta Kar û barên Civakî û Kar ve hat lidarxistin.
Li ser navê Desteya Jinan seroka wê Rohat Xelîl û cîgirên wê Nercis Yousef û Wasayef Dandah tev li panelê bûn. Her wiha wezîra kar û barên civakî û kar Hind Qabawat jî beşdar bû. Nûnerên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî û saziyên civaka sivîl beşdarî panelê bûn. Beşdaran pirsgirêkên nifûsê gotûbêj kirin. Beşdaran her wiha li ser xwestek û hêviyên ciwanan gotûbêj kirin û bal kişand ser girîngiya beşdarkirina wan di çêkirina polîtîka û bernameyên nifûs û geşedanê de.


