Dêrsimî: Ger Başûr têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re qût neke...

Îro ji çar aliyan ve û bi terzekî wekhev êrîş li ser kurdan pêk tên û destkeftiyên wan bi tunebûyînê re rû bi rû man e. Hevkariya PDK-Tirkiyeyê her diçe xetere û metirsiyên mezin bixwe re tîne.

•
4 deqe xwendin
•Bêrîvan Kayi

Îro ji çar aliyan ve û bi terzekî wekhev êrîş li ser kurdan pêk tên û destkeftiyên wan bi tunebûyînê re rû bi rû man e. Hevkariya PDK-Tirkiyeyê her diçe xetere û metirsiyên mezin bixwe re tîne. Li hember vê yekê îro li hundir û derveyî welêt rewşenbîr, hunermend, akademisyen, gel, sazî û rêxistinên kurdan dengê xwe bilind dikin û nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Yek ji van kesan jî hunermend Diyar Dêrsimî bû ku wek şandeya hunermandan di 29’ê hezîranê de, bi 70 hunermandan re hefteyekî hevdîtin bi gelek sazî, rêxistin, çapemenî û bi Serokê berê yê PDK û Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Berzanî re pêkanîn. Têkildarî şandeya hunermendan û hevdîtinan em bi Diyar Dersimî re axivîn. Dersimî diyar kir ku axa Başûr di bin xetereyeke mezin de ye.

*Ji 29’ê hezîranê ve şandeya hunermendên ku ji 4 parçeyên Kurdistanê hatine gel hev heta niha bi gelek aliyan re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtina li Hewlêrê ya bi Wezareta Pêşmergeyan ya hikûmeta başûrê Kurdistanê re bi taybetî çawa derbes bû.Nêzîkatî di kîjan astê de bû?

Şandeyeke hunermendan li ser navê tu partiyekê na li ser navê hunermandan û ji hunermendên çar parçeyê Kurdistanê hatin gel hev. Em çend heval ji Ewropayê yên din jî li Başûr tev li me bûn. Helbet armanca ziyareta me ne tenê wezareta pêşmergayan bû, me xwest xetere û metirsiya li ser gelê kurd û Kurdistanê têxin rojeva xwe. Du sal berê me Yekitiya Insiyatifa Hunermendan çêkiribû. Em hunermend du sal berê jî hatin gel hev û me got gelo ka em ji bo yekitiyê çi bikin? Pirsgirêka kurdan a herî mezin neavakirina yekitiyê ye. Kurd îro nikarin yekitiya xwe ava bikin. Kongreyek neteweyî nayê avakirin. Sebep hin caran partiyek e hin caran jî nêrînek, hin caran jî konjuktura li Rojhilata Navîn, konjuktura ku welatê me tê de dijî, ya siyaset tê de yî nahêle. Hindik kes hesabê xwe yên cuda hene hindik kes berjewendiyên xwe hene, mixabin çênabe. Me du sal berê got, madem hizbên siyasî, kesayetên siyasî nikarin werin cem hev, wek hunermandan em hatin gel hev. Me got bila hatina ba hev ya hunermendan bibînin û mînakê jê bigirin.

Armanca me ew bû ku bila her kes ji qalibên xwe yê siyasî û ji herêma xwe derkeve û hînekî kare neteweyî bike. Ji ber ku huner û hunertî li her deverî xwedî roleke ku civakan tîne gel hev, ji ber ku nakokiyên wan tune ne û hêsantir têne gel hev. Me wê demê wisa biryar da ku dema aloziyek di navbera kurdan de çêbibe dê bi kesên ku aloziya derîne re biaxivin û daxuyaniyan bidin, mudaxale bikin, dengê xwe bilind bikin û rexne bikin. Yanî li hember xetereyeke li pêşiya Kurdistanê em ê bang li hemû sazî û rêxistinên kurdan bikin. Mixabin di vê demê de jî pirsgirêka heyî ev bû. Herkes dizane ku dagirker dixwaze şerekî di navbera kurdan de derbixe. Sedemên vê yekê cuda cuda ne, li Rojhilata Navîn em dibinin ku hin tişt ber bi fînalê ve diçin. Êdî hêdî hêdî ixtîmaleke ku kurd bibin xwedî statu heye. Dijmin jî vê yekê wek xetereyekê ji xwe re dibine û dest bi dagirkeriya xwe dike. Ji ber ku dijmin hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava kiriye û bi vê stratejî û derûniyê êrîşên xwe didomîne. AKP-MHP jî li hundir bi hezaran siyasetmedar û gel jixwe binçav dike, digire, tune dihesibîne. Îcar li derve jî dixwaze vê yekê bike. Jixwe Tirkiye statuya başûrê Kurdistanê tim wek xetayekî xwe ditîn. Niha jî PKK’ê dixe behane û 70 meqer li wir çêkirin. Her kes dizane ku îro Tirkiye têkeve Başûr dê carek din dernekeve. Dixwaze gerîla-peşmerge bîne hember hev, şerekî di navbera wan de derîne û xwe bigihijîne xeyalên xwe. Heta niha rayedarên PKK û gelek siyasetmedar der barê vê xetereyê de bi minnet û rîca hişyariyê dikin lê belê tiştek naguhere. Em wek hunermendan me dît ku gelê me li ber xetereyeke wiha ve diçe me jî xwest pêşiya vê yekê bigirin. Em dizanin ku îro ne peşmerge ne jî gerîla naxwazin bi hevûdu re şer bikin. Li ser vê yekê jî me berê xwe da wezareta peşmergeyan. Jixwe gerîla di nava şerekî giran de ye û rastî êrîşên çekên kîmyewî tê. Naxwaze bi peşmergeyan re şer bike. Peşmergeyan jî bi awayekî xweş