Dengekî çiyayî hunereke kurdistanî
Yek ji aliyên din ên Hozan Serhed li gel stranbêjiya wî çîroka jiyana wî bixwe ye. Mirovên ku di nav lêgerînê de bin, jiyana heyî têra wan nake, azadiyeke derewîn û bi tenê li ser madiyatê hatiye avakirin qebûl nakin.

Çi ye ya ku tê her straneke Hozan Serhed têdixe nîvê dilê me û her ku zeman diherike berbelavtir dibe, di her hucre û qorzîyeke dilê me de şax vedide? Deng, awaz, stran, çîroka berxwedana Hozan Serhed çima her di dil û mêjiyê her kurdekî de kon vedide û di dilê her ciwanekî de di kêliyê de bi cih dibe.
Gelek Stran û hunermendên kurd hene ku bi vî awayî me li jor qalê kir, cihê xwe digirin û têne dibin stranên ji bo me tevan nebe nabeyî. Bêguman belkî mirov navê wê jî lê bike û bêje ku êdî her yek ji wan dibe klasîka wê civakê. Ji bo stranên Hozan Serhed jî em dikarin bêjin ku di nav klasîkên kurdî de cihê xwe digirin.
Stranên klasîk
Ji bo stranbêjek an jî stranek wek klasîk were binavkirin ne jixwe hewce ye di her dem û zemanî de were guhdarîkirin; yanî divê ji dema ku hatiye parvekirin heta bi dehan û hê zêdetir wê hesta xwe ya wek roja ewilî bide hîskirin, girêdayî moda û trendên teknolojiyê hwd nemîne.
Her wiha divê xwedî temayekê be ku hestên wê bi hêz û gerdûnî be jî. Melodiya stranê di hiş û bîra mirovan de her û her bimîne. Divê ji çîrok, çand û hunera civaka xwe pêk were û bandora wê çandê li guhdaran bike. Yanî bi gelek aliyên xwe xwedî qelîteyeke baş be, xwedî armoniyeke bihêz, enstrûmantasyon (sererastkirin) û gotinên dewlemend be.
Her straneke wî bûye klasîk
Hema bêje di her stran û gotineke Hozan Serhed de em dikarin bêjin ku ev xalên ji bo straneke klasîk a cihê xwe digire ango her straneke wî bi jiyan, sekn, stran, awaz, çîrok û gotinên xwe Hozan Serhed di dilê her kurdekî de cihê xwe digire. Bi taybetî dema mirov dêhna xwe didê, dibîne ku hezkirin û guhdarîkirina stranên Hozan Serhed bala mûzîkjenên ciwan dikişîne. Di her maleke kurdan de stranên wî yên wek ‘Hewlêr’, ‘Çûka Serê Darê’, ‘Sîpan’, ‘Beyadî’, ‘Mizgîna Leheng’ û bi dehan stranên wî yên din guhdarî kirine.
Ew tenê ne stranbêjek e
Yek ji aliyên din ên Hozan Serhed li gel stranbêjiya wî çîroka jiyana wî bixwe ye. Mirovên ku di nav lêgerînê de bin, jiyana heyî têra wan nake, azadiyeke derewîn û bi tenê li ser madiyatê hatî avakirin qebûl nakin. Ev mirovên bi vî awayî jixwe aşiq û evîndarê heqîqetê û yên azadiyê bixwe ne. Lêgerîna wî hê di 7 saliya wî de bi mûzîkê bi tembûra birayê wî destpê dike.
Lêgerîna ji bo azadiyê
Di encama polîtîkayên feraseta dewletê ya mêtingeriyê de gelek zarokên kurd ên wek Emrah û hwd bi stranên tirkî derketin ser dikê û bi rêya televizyonan di mala her kurdekî de jî ev dîmen belav dibûn. Gelek zarokên heyî di wan salan de bi taybetî malên ku televîzyon tê de heyî ji van kesan bandor dibûn. Hozan Serhed jî dikeve bin têsîra van kesan û di 17 saliya xwe de berê xwe dide Stenbolê bi navê Mûrat Esen albûma ‘Gulo’ derdixîne. Lê demek bi şûn de, ji ber şert û mercên zor û zehmet ên li metrepolê vedigere Panosê. Di sala 1988an de dikeve ezmûnê û Konserwatûara Zanîngeha Egeyê beşa muzîkê qezenc dike.
Berê wî li çanda wî ye
Li Îzmîrê hê zêdetir berê xwe dide çanda xwe û li ser mûzîkjenên kurd disekine, lêkolînan dike. Her saloneke konserwatûara Egeyê jê re dibe cihê lêpirsîn û vegera çanda xwe û dest bi pirsên wek ‘rastiya Kurdistanê û huner û hunermendên kurd hewceye çi be?’ dike.
Hozan Serhed xwe di muzîkê de pir baş bi pêş dixe û êdî berê wî li çanda Kurdistanê ye. Di destpêkê de dixwaze li ser stranên herêma Botan û Serhedê lêkolînên xwe bike. Bi gelek enstrûmanên cur bi cur li ser muzîka kurdî dixebite. Bi teknîkeke cuda li tembûrê dixe. Lêgerînên Serhed ên li ser çand, huner û muzîka kurdî di sala 1991î de berê wî dide çiyayên Kurdistanê. Ji wir jî diçe Ewropayê 4 sal şûn de jî careke din vedigere çiya û di nav xebatên li Hewlêrê de cih digire.
Her li ser rêça azadiyê
Ji destpêka tevlêbûna H. Serhad heta tevahiya pêvajoya wî ya li Panos, zanîngeh, çiyê, Ewropa, Hewlêrê û heta roja şehadeta wî, ji serî heta binê jiyana wî, navê lêgerîna azadiyê bixwe ye. Dengê wî carinan li ser dikên Ewropayê, carinan li ser dikên Hewlerê, carinan li şikefteke Zapê û carinan jî dibe dengê çiyê. 27 sal piştî şehadeta wî, dengê wî hê jî li ber guhê ciwan û zarokan e…


