DEM Partiyê Konferansa Serhedê li dar xist
DEM Partiyê di çarçoveya amedekariyên 5emîn Kongreya Mezin de, Konferansa Herêma Serhedê pêk anî.

Konferansên DEM Partiyê yên beriya 5emîn Kongreya Mezin a Asayî ya ku dê di 20ê Îlonê de li Enqereyê pêk bê, didomin. Di vê çarçoveyê de li hêwana civînê ya Baroya Wanê Konferansa Herêma Serhedê hat lidarxistin. Tevî parlamenter, hevşaredarên DEM Partiyê nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî beşdarî konferansê bûn. Konferans, piştî hilbijartina dîwanê bi merasîma rêzgirtinê destpê kir.
Endamê Destaya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê Latîf Çetîn di destpêkê de axivî û diyar kir ku di pêvajoyekê dîrokî de konferansan li dar dixin û got: “Em dibînin ku di pêvajoya nû de bi rêbazên kevn pêşketin çênabin. Rêxistinbûnek klasîk nefikriin. Em li ser formulasyona demokrasiyê û rêbazên sepandinê dixebitin.”
Piştî axaftinê, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.


