DEM partiyê kuştina Hekîm Luqman kir rojeva meclisê

Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê mijara Hekîm Luqman ê ji bajarê Dihoka Herêma Kurdistanê ku li Stenbolê ji ber axaftina bi kurdî hat qetilkirin, birin rojeva Meclisê.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
DEM partiyê kuştina Hekîm Luqman kir rojeva meclisê

Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê mijara Hekîm Luqman ê ji bajarê Dihoka Herêma Kurdistanê ku li Stenbolê ji ber axaftina bi kurdî hat qetilkirin, birin rojeva Meclisê.

Parlamenterên DEM Partiyê yên stenbolê Cengiz Çîçek, Ozgul Saki, Kezban Konukçu, Celal Firat û Çiçek Otlu pêşniyazname ji bo ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya bibersivîne dan Serokatiya Meclisê û bal kişandin ser êrişên li dijî çand û zimanê kurdî. Di pêşniyaznameyê de hat destnîşankirin ku di encama êrîşên tên kirin de tundiya li ser çand û zimanê kurdî zêde bûye.

Di pêşniyaznameyê de ev pirs ji Alî Yerlîkaya hatin kirin:

“* Kujerên Hekîm Luqman ê ku ji ber bi kurdî axivî hatine girtin? Heke nehatibin girtin sedema wê çiye?

* Der barê qetilkirina Hekîm Luqman de lêpirsînek berfireh hatiye destpêkirin gelo?

* Hinceta ku di demên dawî de êrîşên li ser çand û zimanê kurdî hatine destpêkirin, çiye? Gelo axaftina bi zimanê zikmakî, xwendin û nivîsandina kurdî û guhdariya limuzîka kurdî hatiye qedexekirin?

* Fikra we ya li ser êrîşên li dijî çand, ziman û nasnameya kurdî çiye û gelo hûnê der barê êrîşên diqewimin û helwestên cihêkar de gaveke çawa biavêjin?”