DEM Partî: Heta berpirsiyar hesab bidin dê têkoşîna me bidome
DEM Partiyê di salvegera 96an de qurbaniyên Komkujiya Zîlan bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Ji bo berpirsyar li pêşberî dîrokê bên mehkûmkirin û careke din ev êş neqewimin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê têkildarî salvegera Komkujiya Zîlan daxuyanî da û ev tişt got: “Di encama polîtîkayên înkar û redkirinê de ku bi Zagona Bingehîn a 1924an destpê kir, mejiyê dewletê gelê kurd bi rengekî sîstematîk rû bi rûyê komkujî û sirgûnan hişt. Di encama komkujiya li Geliyê Zîlan a li navçeya Ercîş a Wanê de ku sala 1926an destpê kir, heta 1927an û 13ê tîrmehê 1930an pêk hat, bi deh hezaran mirov hatin kuştin û bi sedan gund hatin şewitandin û hilweşandin. Bi deh hezaran mirov ji xaka xwe hatin sirgûnkirin û herêm bi fealiyetên endezyariya siyasî û polîtîkayên nifûsê, rû bi rûyê paqijiyeke etnîkî hate hiştin.
Tevî ku 96 sal li ser komkujiyê derbas bûne jî, têkildarî komkujiyê ti hevrûbûneke fermî pêk nehatiye, dewletê navê komkujiyê jî bi bîr neaniye. Li erdnîgariya ku komkujî lê pêk hatiye, ne kevirekî hafizayê, ne lêborînek, ne jî şopa edaletê heye.
Yek ji kevirên bingehîn ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, hevrûbûna bi rabirdûyê û heqîqetan re ye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Geliyê Zîlan divê weke warê hafiza û hevrûbûnê were parastin.
DEM Partiyê got: “Weke DEM Partî em di salvegera 96an de bi deh hezaran canên ku me di Komkujiya Zîlan de ji dest dane, bi rêzdarî û rehmet bi bîr tînin. Ji bo berpirsyar li pêşberî dîrokê bên mehkûmkirin û careke din ev êş neqewimin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”


