DEM Partî: Elewî kirdeyên sereke yên pêvajoya aştiyê ne
Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê angaştên di derbarê ‘nîşeyên hevdîtinê’ yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de derewandin û diyar kir ku hewldanên ji bo li derveyî pêvajoyê hiştina Elewiyan nayên qebûlkirin.

Komîsyona Gel û Baweriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya ya Gelan (DEM Partî), têkildarê li ser nîqaşên ‘nîşeyên hevdîtinê’ ya ku angaşt tê kirin ku aîde Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, daxuyaniyekê niviskî da.
Nêzîkatiyên ku Elewiyan li dijî pêvajoyê nîşan didin nayên qebûlkirin
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin vegotin: “Di van dawiya de angaştek bi vî rengî heye ku hîn nîşeyên hevdîtinê bi birêz Ocalan e û îfadeyên ‘tifaqa Yavuz Sultan Selîm û Îdrîsî Bîtlîsî’ hatiye gotin. Beriya niha jî hem Desteya Îmraliyê hem jî partiya me ew tiştê ku tê angaştkirin derewandin. Wekî wan jî diyar kiriye bi nirxandineke birêz Ocalan a bi vî rengî tune ye. Bi nêzikatiya birêz Ocalan tê xuyakirin ku ‘Elewî jî kirdeya vê pêvajoye ne’. Elewî jî pêkhateyên pêvajoya aştî û civaka demokratîk in. Nêzîkiyatiya ku dixwazin Elewiyan li derveyî vê pêvajoyê bihêlin, bi van gotinan nagihêjîn armanca xwe. Dixwazin Elewiyan li dijî pêvajoyê nîşan bidin, ev tişt nayê qebûlkirin. Elewîtî baweriyeke li pey heqîqetê ye, her tim aqlê edaletê ji xwe re kiriye bingeh. Elewî gotinên li ser wan tên gotin dikarin ji aliyê baweriya xwe ve binirxînin. Em wek Komîsyona Gel û Baweriyê ya DEM Partiyê qebûl nakin ku hesasiyeta Elewîtî û Elewiyan bibe amûr. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Elewiyan şansekî ye ku Elewî bi baweriya xwe ya azad bijîn. Em dîsa tînin ziman ku Elewî kirdeya vê pêvajoyê ne.”


