DEM Partî: Divê mirina Rojîn Kabaîş were ronîkirin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku tevî 2 sal li ser mirina Rojîn Kabaîş a li Wanê bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da derbas bûn jî, bûyer nehatiye ronîkirin û banga lêpirsîna berfireh kir.

•
1 deqe xwendin
DEM Partî: Divê mirina Rojîn Kabaîş were ronîkirin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaîş a ku li Wanê bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da, bang kir.

Meclîsa jinan diyar kir ku lêpirsîna piştî mirina Rojîn Kabaîş hate meşandin, ne têrker e û got, cînayetên jinan bi destê saziyên dewletê tên nixumandin.

Di daxuyaniyê de bertek nîşanî wê yekê hate dayîn ku waliyê bajêr beriya otopsiyê mirina wê weke “xwekujî” nirxand û hate diyarkirin ku tevî îspatên nû têkildarî mirina Rojîn Kabaîş derketine holê jî, rayedarên hikûmetê bêdeng in.

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku li gorî rapora Saziya Tiba Edlî di mîde û lebetên hundir ên Rojîn Kabaîş de maddeyên îlacan hatine tespîtkirin.

Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Edaletê hate kirin ku bersiva van pirsan bide:

 “Madeyên îlacên hatine tespîtkirin, ji kuderê hatin?

Kî û kengê ev îlac dan Kabaîş?

Gelo qeydên nexweşxaneya ku emeliyat lê hate kirin, hatin lêkolînkirin?

Gelo ji bo îfadeyên bijîjkê wezîfedar û xebatkarên tenduristiyê serlêdan hate kirin?

Gelo çima îspatên navborî nebûn mijara lêpirsîneke berfireh?”

Meclîsa Jinan diyar kir ku bersivdayîna van pirsan di têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan û cînayetên jinan de wê bibe nîşaneya nêzîkatiya dewletê jî.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Ronîkirina cînayeta Rojîn Kabaîş deynê vê desthilatdariyê yê li hemberî jinan e.”