DEM Partî: Der barê Mumîn Erol de pêvajoya dîsiplînê hat destpêkirin
Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê ragihand ku wan derbarê hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol de lêpirsîn daye destpêkirin.

Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê daxuyaniyek da û ragihand ku wan derbarê hevşaredarê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Mumîn Erol de lêpirsîn daye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erka Mumîn Erol ya hevşaredariyê ji bo meşandineke rast û bêalî ya lêpirsînê, hatiye sekinandin.
Rêveberiyên xwecihî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Derbarê Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol de pêvajoyeke dîsiplînê hatiye destpêkirin. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî rast û bêalî were meşandin, erkên Mumîn Erol ên hevşaredariyê, ji tedbîreke pêşwext, hatine sekinandin.
Pêvajoya dîsiplînê dê di zûtirîn dem de were encamkirin û daxuyaniyên pêwîst dê ji raya giştî re werin parvekirin.”


