Dem dema afrêt Afrodît û afrîneriyê ye

Pêkhatina civakî tiştekî ewqas dîrokî û çandî ye ku tevî hemû lîstik û înkarkeriya kujerê kastîk jî nekariye wateya hebûna jinê veşêre û tune bihesibîne. Ger mirov bizanibe mêze bike, li her qada jiyanê, di her quncikê hebûnê de şopa jin-dayikê heye; şopa afirîneriya jinê ya jiyanê.

•
1 deqe xwendin
Dem dema afrêt Afrodît û afrîneriyê ye

Li hin bajarên me yên wekî Riha, Amed, Dîlokê derdorên ku bi tirkî dipeyivin û li gelek bajarên Tirkiyeyê ji jinê re dibêjin “awrat” , ‘arvat’ an jî ‘avrat’. Vê gotinê bi awayekî rêzdarî û nirxdayî nabêjin, bi giranî bi awayekî argo, biçûkdîtina jinê tînin ziman. Ev têgih jî têgiheke ku di dîroka serdestiya mêran de hatiye berevajîkirin, ji wateya wê ya esil hatiye derxistin.

Di roja me ya îro de di zaravayê soranî de gotina jin hîna jî ‘afret’ e. Di zimanên dinyayê de gotinên ku jinê îfade dikin hemû ji “fe, me”yê tên. Gotin û fîgura ku jinê û destpêka jinê ya pîroz tîne cem hev ‘Afrodît’e. Ew ji jinbûnê tê û jinbûn jî ji afirandinê. Afirandin bi tenê hilberîn nîne, hilberandina destpêkê, ango afirandin e. Ev bi taybetî li gor têgihiştina şaristaniyê xisleta xweda ye. Encax Xweda dikare biafirîne û navê jinê afrêt e, afrodît e. 

Pêkhatina civakî tiştekî ewqas dîrokî û çandî ye ku tevî hemû lîstik û înkarkeriya kujerê kastîk jî nekariye wateya hebûna jinê veşêre û tune bihesibîne. Ger mirov bizanibe mêze bike, li her qada jiyanê, di her quncikê hebûnê de şopa jin-dayikê heye; şopa afirîneriya jinê ya jiyanê. Ji malzarokê bigire heta endamtiya zayendê, gelek nav û pênase vê rastiyê îfade dikin. Dema ji pitikê re ku di malzaroka jinê de ye tê gotin “cenîn”. Gelek kes dibêjin qey ev gotineke biyanî ye. Hal ew e ku îro jî di zaravayê kirmanckî de jin cenî ye. Dema dibêjin ‘vajîna’ nizanin ku qala  cih û warê vejînê, qala cihê jîndariyê dikin. 

Bê şik, têkiliya jinê û jiyanê bi biyolojiya wê ve ne sînordar e. Ango rehm-dilovanî jî, jiyandarî jî bi tenê ne biyolojîk e. Dema Rêbertiyê got, “jin û jiyan, mêr û mirin” qala rastiyeke pêkhatî kir. Mêr çendîn jin înkar kiriye, ewqas dûrî jiyanê ketiye, ber bi mirinê ve çûye. 

Di paradîgmaya nû de, ango di bergeha civaka demokratîk de ji ber sedemên jorîn Rêbertiyê got, ‘’kirde, pêşeng û lehengê vê pêvajoyê jin e.’’ Çawa ku kirdeyê şer, tundî, çorsî, cerd û pêkutiyê mêr e, kirdeya aştiyê, kirdeya tekoşîna sîyaseta demokratîk, kirdeya avakirina civaka demokratîk jin e. Lewra ev zemîn, zemîna ajdan û geşedana jinê ye. Derfeta tekoşîna sîyaseta demokratîk, derfeta avakirina jiyana demokratîk ya hevpar, derfeta avakirina jiyana komunal, bi hemû rengên ekolojîk, zemîna afirînerî û hilberîneriya jinê ye.

Jinên kurd ku di van pêncî salên tekoşînê de, bê hesab êş û axîn kom kirin, dê derfetên tekoşîna siyaseta demokratîk û avakirina civaka demokratîk biçûk nebînin. Dê ev qelîştoka biçûk ku Rêbertiyê bi hunereke pir mezin ava kiriye, veguherînin derfeta jiyaneke mişt ronî, jiyaneke wekî dîlana gelan û hemû rengên civakî.