Delîl Dîlanar dê li Amedê konserekê li dar bixe

Hunermend Delîl Dîlanar dê bi Organîzasyona Sanatçayê re di 30ê Cotmehê de li Amedê konserekê li dar bixe.

•
1 deqe xwendin
Delîl Dîlanar dê li Amedê konserekê li dar bixe

Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar dê bi Organîzasyona Sanatçayê di 30ê Cotmedê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç (ÇandAmed) a li navçeya Bajarênû ya Amedê konserekê li dar bixe. Konser wê saet di 20:00an de dest pê bike.

Organîzasyona Sanatçayê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev agahî parvekirin: “Hunermend Delîl Dîlanar li Amedê bi we re ye. Ji bo şeveke tejî stran, hest û kêfxweşiyê amade bin. Em ê di vê şeva taybet de, bi stranên xwe, bi kêfxweş î û coşeke mezin hev bibîn in.”

Muzîkhez dê karibin bîletan li ser platformên Passo û Bubiletê bistînin.